Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Duh li Gola Wanê cesedê penaberekî din hatiye dîtin ku kelekek penaberan roja 27ê Hezîranê binav bûbû û ji wê rojê de lêgerîna tîmên rizgarkirinê berdewam dike.
Walîtiya Wanê duh di saetên êvarê de aşkere kiriye ku li nêzîkî peravên golê cesedê penaberekî dîtine. Li gorî vê encamê heta niha hejmara cesedên ku hatine derxistin gihîştiye 13yan.
Çi bûbû?
Kelekeke ku penaber têde bûne di 27ê Hezîranê de li Gola Wanê binav bûbû û ji wê rojê ve heta niha tîmên rizgarkirinê li penaberan digerin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kelek, li nêzîkî Girava Çarpanak a Navçeya Tûşbayê binav bûbû. Piştî zanyariya binavbûna kelekê tîmên rizgarkirinê çûne wî cihî û ji bo rizgarkirina penaberan dest bi xebatê kirine.
Heman rojê Walîtiya Wanê daxuyniyek weşandibû û diyar kiribû ku kelek li nêzîkî Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Yoldundo ya Westanê binav bûye. Walîtiyê destnîşan kiribû ku li Taxa Altinsaçê 27ê Hezîrana 2020an saet di 22.00an de kesên bi navê Sedat û Medeni Akbaş bi keleka xwe derketine Gola Wanê û demek dirêj e agahî j wan nehatiye girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, tê texmînkirin ku nêzîkî 50-60 penaber di kelekê de bûne.
Suleyman Soylû, Wezîrê Karên Navxweyî ber destê sibehê çûbû Wanê û li Balafirgeha Ferît Melenî bi rojnamegeran re axivî bûbû.
Soylûyî gotibû 28ê Hezîranê di saet 18.00an da mixtarekî zanyarî daye hêzên asayişê ku li Gola Wanê kelekek binav bûye.
Soylu diyar kiribû ku ji ber keleka li Behra Wanê binav bûye tevî Medenî Akbaşî 11 kes hatine desteserkirin û gotibu ku mixtarê gund jî ji wezîfeyê hatiye dûrxistin. (TP/FD)