Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber teqîna li fabrîkaya fîşekên hewayî ya li Hendeka Sakaryayê 2 xwediyên fabkîrayê hatibûn desteserkirin. Yek ji wan hatiye girtin û yê din jî bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê teqîna fabrîkaya Buyuk Coşkunlarê de Serdozgeriya Komarî ya Sakaryayê ferman dabû ka du herdu xwediyên fabrîkayê werin desteserkirin. Cendermeyan ew desteser kiribûn û biribûn Qereqola Cendermeyan a Hendekê..
Dozgerî ji şikbaran bav Ali Riza Coşkun bi şertê kontrola edlî serbest hiştiye, kurê wî Yaşar Coşkun bi daxwaza girtinê şandiye dadgeriya nobedar kiriye.
Şikbar Y.C. bi tohmeta ku "di mirina ji kesekî zêdetir mirovan de xwedîkêmasî ye" hatiye girtin.
Çi bûbû?
Li Yukariçalicaya Hendekê 3yê Tîrmehê saet di 11.15 deqîqeyan de li fabrîkaya fîşekên hewayî teqînekê rû dabû. Di encama teqînê de 7 kes miribûn û 122 kes birîndar bûbûn.
Dermankirina 4 kesan hê dewam dike.
Serdozgeriya Komarî ya Sakaryayê ji ber teqînê lêpirsîname amade kiribû û bi fermana Serdozgeriyê midûrê berpirsyar A.A, pisporê ewlekariya karî A.B, serhoste E.O. û H.A.V. hatibûn desteserkirin. Piştî jêpirsîna dozgerî bi destê Dadgeriya Ceza û Silhê ya Hendekê bi tohmeta ku " di mirina ji kesekî zêdetir mirovan de xwedîkêmasî ye" hatibûn girtin. (TP/FD)