Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sevîl Rojbîn Çetîn, endama Lijneya Rêveberên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” hatiye girtin.
Di 9ê Çiriya Pêşiyê ya 2018an de polîsan bi ser avahiya KCDê de girtibûn. Serdozgeriya Komarî ya Amedê li gor zanyarî û belgeyên wê demê hatiye bidestxistin li ser KCDê lêpirsînek daye destpêkirin, Di çarçoveya wê lêpirsînê de di serdegirtinên 26 Hezîranê de biryara girtina 64 kesan hatibû stendin.
Di vê lêpirsînameyê de 26ê Hezîrana 2020an polîsan li Amedê bi ser mala Çetînê de girtibû û Çetin hatibû desteserkirin. Bi seyan îşkence li Çetînê kiribûn.
10 rojan desteserkirî mabû
Piştî dozgerî îfadeya wê wergirt, bi daxwaza girtinê ew şandiye ber destê Dadgeriya Silh û Cezayan a Nobedar. Dadgeriyê bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” biryara girtina Çetînê daye. Çetîn 10 roj in ku desteserkirî bû.
Çi bûbû?
Di 9ê Çiriya Pêşiyê ya 2018an de polîsan bi ser avahiya KCDê de girtibûn. Serdozgeriya Komarî ya Amedê li gor zanyarî û belgeyên wê demê hatiye bidestxistin li ser KCDê lêpirsînek daye destpêkirin, Di çarçoveya wê lêpirsînê de di serdegirtinên 26 Hezîranê de biryara girtina 64 kesan hatibû stendin.
Di çarçoveya lêpirsînê de li Amed, Îzmîr, Stenbol, Edene, Şirnex, Êİih û Wanê bi ser malan de girtibûn. 43 kes hatibûn desteserkirin ku Mehmet Demîr, Hevşaredarê Êlihê yê qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin, Naşîde Toprak, Hevseroka Farqînê, rêveber û endamên KCD, HDP, Komeleya Jinan a Rosayê, DBP û hin sendîkayan û parêzer di nav de bûn.
Rojbîn Çetîn jî di nav wan kesên ku hatibûn desteserkirin de bû. Rojbîn Çetîn di mala xwe de hatibû desteserkirin. Di dema desteserkirinê de di mala wê de bi kûçikan işkence lê kiribûn. Parêzerê wê wêneyên işkenceyê kişandibû. Piştre ji bo îfadedayînê bang li parêzerê wê jî kiribûn. (EMK/FD)