Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî (1) (2) bitikîne
Ji ber teqîna li kargeha fîşekên hewayî a bi navê Buyuk Coşkûnlar a li navçeya Hendeka Sakaryayê 4 kes hatibûn desteserkirin. Dadgehê biryara girtina wan daye.
Di vê navberê de xwediyê fabrîkaya bi navê Buyuk Coşkunlarê ku teqîn lê pêk hatibû hatine desteserkirin.
Li ser fermana Serdozgeriya Komarî ya Sakaryayê Ali Rıza Coşkun û kurê wî Yaşar Coşkun hatine desteserkirin. Cendermeyan ew birine Fermandariya Cendermeyan a Hendekê.
Kesên 4 û 5ê Tîrmehê hatibûn desteserkirin piştî ku îfadeyên wan li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê hatiye girtin ew şandine Edliyeyê û li dozgeriyê îfadeyên wan hatiye girtin. Her weha ji wan 4 kesan her yek jê midûrekî berpirsyar e, pisporeke ewlekariya kar û 2 jî serhoste ne.
Dadgeha Cezayê Sulhê bi sûcê “Bûne sedema mirin û brîndarbûna çend kesan” biryara girtina wan daye.
Serdozgeriya Komarî a Sakaryayê di çarçoveya lêpirsîna derbarê teqînê de 4 kesên ku di 4ê Tîrmehê de hatibûn desteserkirin rojek dema desteserkirina wan dirêj kiribû.
Di çarçoveya lêpirsînê de di 5ê Tîrmehê de bi desteserkirina pisporê ewlehiya kar ve hejmara kesên desteserekirî gihaştîbû 4an.
Derbarê Yaşar Coşkûn, xwedîyê kargehê de heta niha pêvajoyeke edlî destpê nekiriye.
Çi bûbû?
Li Yukariçalicaya devera navçeya Hendekê di saet 11.15ê 3ê Tîrmehê de li kargeha fîşekên hewayî de teqîn çêbûbû. Teqîn li 50 kîlomêtreyan li dûrî cîhê bûyerê hatibû bihîstin. Di encama teqînê de 7 kes miribû û 117 kes jî brîndar bûbûn.
Li nexweşxaneyan dermankirina 4 kesan hê didome. (HA/AY/FD)