Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji 43 kesên di lêpirsîna derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatibûn desteserkirin, jê 15 kesên din hatine girtin.
Serdozgeriya Komarî a Amedê duh 20 kes bi daxwaza girtinê şandibû dadgehê.
Dadgehê bi sûcê “endamên rêxistinê ne” biryara girtina Makbûle Ozbek, Mehmet Gungormuş, Fesîh Balbey, Mehmet Cahît Ay, Emrullah Zumrut, Adîl Ercan, Mûstafa Alimterîn, Tevfîk Kaçar, Yildiz Damla, Enver Çelîk, Erdal Bayram, Fedaî Akar, Jiyan Taş, Leyla Bagirtir û Mehmet Cahît Şik daye.
8 kesên din jî hatibûn girtin
Di 28ê Hezîranê de jî 8 kes hatibû girtin û ew şandibûn girtîgehê.
Di çarçoveya lêpirsînê de heta niha 23 kes hatine girtin. 22 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest bûne.
Çi bûbû?
Di 9ê Çiriya Pêşiyê ya 2018an de polîsan bi ser avahiya KCDê de girtibûn. Serdozgeriya Komarî ya Amedê li gor zanyarî û belgeyên wê demê hatiye bidestxistin li ser KCDê lêpirsînek daye destpêkirin, Di çarçoveya wê lêpirsînê de di serdegirtinên 26 Hezîranê de biryara girtina 43 kesan hatibû stendin.
Di çarçoveya lêpirsînê de li Amed, Îzmîr, Stenbol, Edene, Şirnex, Êİih û Wanê bi ser malan de girtibûn. 43 kes hatibûn desteserkirin ku Mehmet Demîr, Hevşaredarê Êlihê yê qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin, Naşîde Toprak, Hevseroka Farqînê, rêveber û endamên KCD, HDP, Komeleya Jinan a Rosayê, DBP û hin sendîkayan û parêzer di nav de bûn. (EKN/AY/FD)