Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê berê Orhan Dogan di 13em salvegera mirina xwe de li Şirnexê hatiye bibîranîn.
Di 29ê Hezîrana sala 2007an de li Mihrîcana Şaredariya Bazîdê krîza dilê Doganî sekinî bû û koça dawî kiribû.
Ji bo bîranîna Doganî li Cizîrê, navçeya Şirnexê bi tevlîbûna rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û malbata Doganî li ser gora wî merasîmek hatiye pêkanîn. Ji ber şewba Covid-19ê bername bi beşdariya kêm kesan bi rê ve çûye. Di bîranînê de rêz hatiye girtin.
Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Sabahattin Denîz, Hevserokê HDPyê yê Şirnexê di bernameyê de axiviye û diyar kirie ku ew Orhan Doganî bibîr tînin û ew ê heta dawiyê têkoşîna Orhan Doganî bidomînin:
"Dema ku cenazeyê Orhan Dogan anîn Cizîrê ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin. Ji wê rojê heta roja me ya îro em li pey têkoşîna Orhan Dogan dimeşin. Orhan Dogan wekî kevoka aşîtiyê û fîlozofê Kurd tê binavkirin. Em ji hemû gelê Kurd û Kurdîstanê ser sersaxiyê dixwazin."
Piştî axaftinê beşdaran qurnefîl danîne ser gorê û dia kirine. (TP/FD)