Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nazim Tok, endamê PKKyê 25 sal berê li Tetwana Bedlîsê di encama şerekê de miriye. Naîle Tok, dayika Nazim Tokî li hestiyê kurê xwe digere.
Di 19ê Kanûna 2017an de 282 cenaze li Goristana Xerzanê ya li Gundê Oleka Jor a Bedlîsê ji bo testa DNAyê derxistine û birine Stenbolê. Malbata Nazim Tokî jî piştî vê agahiyê dibîhîze ji bo testa DNAyê xwînê dide Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Lê ev du sal in xwîn daye jî heta niha dozgerî an jî Saziya Tiba Edlî bersiv nedaye wan.
Ez hestiyê kurê xwe dixwazim
Nazim Tok di 20 saliya xwe de di sala 1992an de beşdarî PKKyê dibe û piştî 3 salan di şerekî de dimire.
Naîle Tok, dayika Nazim Tokî têkildarî lêgerîna xwe ya 25 salan ji Ajansa Mezopotamyayê bi Îdrîs Sayilgan re axiviye gotiye, “Di sala 1994an de gundê me hat şewitandin. Em neçarman ku biçin bajarê Wan ê. Di sala 1995an de agahî hat ku kurê min li Tetwanê di encama şerekê de miriye. Me gelek hewilda ku em xwe bigihînê cenazeya kurê xwe lê em negihîştinê. Cîhê ku me nepirsî û em negeriya nema lê me çi zanyariyek bi dest nexist. 25 sale ez hêsra dibarînim. Ji roja çûye ve me ne cenazeyê wî dît ne jî em pê bawer bûn ku miriye. Cîhê ku em lê negeriyan û me lê ne pirsî nema. Lê dîsa jî me çi zanyarî wernegirt. Ez hestiyê kurê xwe dixwazim”. (RT/AY/FD)