Fotograf: Fatoş Erdogan / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokên Baroyan tevlî parêzeran vê sibê ji gelek bajaran ber bi Enqereyê ve dest bi meşekê kirine.
Parêzeran biryar girtibûn ku ji bo hilbijartinên baroyan û guhertinên ku dixwazin di Qanûna Parêzeran de bikin ew ê bi navê #SavunmaYürüyor (ParêzerDimeşin) ber bi Enqereyê ve dest bi meşekê bikin.
Beriya ku ji Stenbolê dest bi meşe bikin Mehmet Dûrakoglû, Serokê Baroya Stenbolê û parêzeran li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî dane çapemeniyê.
Dûrakoglûyî wiha axiviye:
“Em ber bi wî cihî ve diçin ku dilê me, me ber bi wir ve dibe. Ew cih dewleta hiqûqê ye, serxwebûna darazê ye, eqlehiya parastinê ye, jiyaneke însanî û birûmet e. Em ji bo vê dabîn bikin dimeşin.”
Daxwaz li Yekîtiya Baroyan dikin ku civîneke awarte li dar bixe
Biryar û daxwazên parêzeran wiha ne:
* Ji bo di vê pêvajoyê de li “berpirsiyariya xwe ya dîrokî” tevbigere û civîneke awarte li dar bixe em ê bang li Lijneya Rêveberiyê ya Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê bikin.
* Wê Serokê Baroyan ji bajarên xwe 10ê Hezîranê “Meşa Parastinê” ber bi Enqereyê ve bidin destpêkirin.
* Daxwaza civîna awarte a Serokên Baroyan em ê radestî Yekîtiya Baroyan bikin.
* Em ê di 21ê Hezîranê de îlanan bidin rojnameyen û bibêjin ku heke ev pêşniyazname bê qebûlkirin bê ka wê kîja mafên welatiyan bên binpêkirin.
* Em ê di vê demê de li gorî bandora medyaya civakî ya li ser raya giştî tevbigerin û vê platformê bikar bînin.
* Roja ku pêşniyazname hate ber destê Komisyona Meclîsê, em ê li Enqereyê li ser rêya Meclîsê çalakiya “Serokê Rawestiyayî” pêk bînin.
* Heke pêşniyazname were qebûlkirin ji bo doza betalkirinê were vekirin û serî li Dadgeha Destûrî bê dayîn li Meclîsê em ê dest bi xebatan bikin.
* Heke doz çû ber destê Dadgeha Destûrî û Dadgehê dest bi nirxandina wê kir em ê bi navê “Nobeta Dawiyê” çalakiyekê pêk bînin. (AS/FD)