Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dehem danişîna doza kuştina Kemal Kurkutî li 7em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi rê ve çûye. Kurkut di Newroza sala 2017an de li Amedê hatibû kuştin.
Polîs Y. Ş. bi sedema ku ji ber koronavirusê hatiye karantînekirin beşdarî dadgehkirinê nebûye. Parêzerê Y. Ş. yî, Ferhat Kurkut, birayê Kemal Kurkutî, Mehmet Emîn Aktar, Sîdar Avşar û Zeynep İşik parêzerên wî beşdar bûne.
Dozgerî nêrîna xwe peşkeş kiriye
Li gorî nûçeya ku di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin, dozgerî rapora pisporiyê ya Fermandariya Giştî ya Cendermeyan bibîr xistiye. Di raporê de hatiye gotin ku guleya ji cendekê Kurkutî derketiye ji çekan polîs Y. Ş.yî hatiye berdan.
Dozgerî behsa îfadeya polîsê bersûc Y. Ş.yî kiriye ku di îfadeya xwe de gotiye wî bêyî Kurkutî bike hedef gule bera daye û tohmetan qebûl nake. Her weha cih daye rapora duyem a Buroya Krîmînal a Netewî û rapora pisporiyê ya Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Li gorî van raporan gule rasterast li Kurkutî neketiye ji erdê pekiyaye û li wî ketiye.
Dozgerî gotiye ku “Dema em rewşa rewşa bersûcî ya di dema bûyerê de û hejmara guleyê berdane li ber çavan bigirin em dibînin ku zêdegavî kiriye û gule bera dane. Li gorî vê encamê ji ber ku bizanebûn û biqisûr bûye sedema mirinê, ez dixwazim were cezakirin.”
Parêzerên her dua liyan ji bo parêznameyên xwe yên li hemberî nêrîna dozgerî amade bikin, xwestine dadgehkirin rojeke din dewam bike. Heyeta dadgehê biryar daye ku dadgehkirin di 22yê Îlonê de berdewam bike.
Çi bibû?
Kemal Kurkut ê 23 salî û ji Adiyamanê xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Huneran a Zanîngeha Înonuyê bû.
Di 21ê Adarê de di dema Newroza Amedê de di xala kontrolê de ya polîsan a li ser Kolana Evrim Alataş a li nêzîkî Park a Newrozê rastî gulebarana polîsan hat. Heta ku rakirin nexweşxaneyê Kurkut mir.
Walîtiya Amedê diyar kir ku di destê Kurkut de kêr hebû û “gumana xwekujiyê li ser wî hebû” û herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.
Bixwîne - Di lêpirsîna kuştina Kemal Kurkut de biryara veşarîtiyê hat standin
Paşê dihaberê hin fotograf bi raya giştî re parve kir ku di dema bûyerê de hatibûn kişandin. Di van fotografan de tê dîtin ku di destê Kurkut de kêr heye û jora laşê wî bê cil e. Kurkut ê ku bi polîsan re nîqaşan dike dest bi bazdanê dike û polîs guleyan bera hewayê dide. dihaberê nivîsand ku fermandarekî polîsan gotiye “gule bernedin” lê digel vê jî gule bera Kurkut hatiye dayin.
Walî Amedê Huseyîn Aksoy ji bo lêpirsîna kuştinê de got ku zanyariyên polîsan û dîmen tiştên cuda dibêjin û hewce bike ew ê biryarên weke jikardûrxistinê jî bistînin. Paşê du polîs ji hêla Walîtiyê ve jikar hatin dûrxistin û li ser daxwaza dozgeriyê biryara qedexeya weşanê hat standin. (EMK/FD)