* Fotograf: Houssam Shbaro - Beyrut / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Lubnanê qeyrana aboriyê ya ku ji ber şewba Covîd-19ê û kêmbûna nirxê lîreyê Lubnanê beramber dolarê DYAyê çêbûye, li kolanan tê protesto kirin.
Rojek berê li Beyrûtê, Trablûsşam, Sayda, Sûr û gelek herêmên din yên Lubnanê gel bi maskeyên tibî derketina ser kolanan û bi şewitandina lastîk û konteynirên çopan rê ji hatûnçûnê re girtine.
Li Lubnanê heta niha 31 kes ji ber Covîd-19ê mirine.
Dirûşmên şorêşê têne avêtin
Li Lûbnanê dolar di 2 rojên dawîn de ji 4 hezar lîreyê Lubnanê derketiye ser 6 hezar lîreyî. Li gel vê bêkarî zêdetir bûye û şert û mercên jiyanê girantir bûne. Xwepêşandêran bal kişandiye ser vê rewşê û hukumetê û Bankaya Navendî weke berpirsê qeyranê nîşandane û ew protesto kirine.
Çalakiyên xwepêşandêran di bin tedbîrên hêzên artêşê û emnîyetê de û bi dirûşmên şoreşê dewam kiriye.
Penaber bêkar mane
Bi hezaran penaber yên ku di mal û kargehên Lubnaniyan de hatibûn bi cîh kirin, ji ber qeyrana aboriyê bêkar mane û li kolanan dijîn.
Jinên Etîyopyayî her sal ji bo karkirinê diçin welatên Kendavê û Rojhilata Navîn. Li Lubnanê ji ber qeyrana aboriyê jinên Etîyopyayî li pêş Balyozxaneya welatê xwe ya Beyrûtê dimînin. (AS/AY/FD)