Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mehmet Nûrî Demîrî îdia kir ku dema çûye ji bo alîkariyê ji Qaymeqamiya Şîşliyê bistîne, ji ber kurd e rastî êrîşên nîjadî û cidaxwaziyê hatiye.
Demîrê 34 salî tevlî hevjîna xwe li Ferîkoya Şîşliyê niştecih in û got ku ji bo berpirsiyar werin dadgehkirin ew ê têkoşînê bide.
“Vegere gundê xwe”
Demîrî ji bianetê re behsa bûyerê kir:
“Ji ber ku di salên 1990î de gundê me hate şewitandin em ji Bedlîsê hatin Stenbolê. Ji wê rojê û heta niha min gelek kar kirine. Em li Ferîkoya Şîşliyê niştecih in. Herî dawî min li fabrîkayeke tekstîlê kar dikir lê ji ber şewbê ez jî di nav de gelek karker ji kar hatin derxistin. Di vê demê de min nekarîbû kîrêya xaniyê xwe bidim.
“Hefteya borî xwediyê xaniyî hat û got ku ‘hûn kîrêyê nedin nexwe derkevin’. Pêşiyê ez çûm gel mixtarê taxê. Mixtariyê ji min re got ku tu yê bikaribî ji Qaymeqamtiya Şîşliyê alîkariyê bistînî. Ez çûm qaymeqamiyê. Min ji kesekî bi navê Mehmet re behsa rewşa xwe kir ku ji men re got ew şêwirmendê qaymeqamî ye.
“Min got ‘Kîrêya xaniyî hezar û 200 TL ye. Ev çar meh in min kirê nedaye. Hûnê bikaribin wê bidin?’. Ji men re got ew ê nikaribin her çar mehan lê 2 hezar û 400 TLyî bidin. Nimareya hesabê min ê bankeyê ji min xwestin. Di 5ê Hezîranê de ji min re mesaj hat digotin ku ‘pereyê we hatiye şandin’. Ez çûm bankeyê da ku pere bistînim. Min dît ku tenê 400 TL şandine, weke ku henekê xwe bikin.
“Di asansorê de li min dan”
“Ji bo li rewşê bipirsim ez çûm qaymeqamiyê. Dîsa ez çûm bal Mehmetê şewirmend. Ji min re got, ‘Ma en mecbûr in alîkariya te bikin? Tu ji ku hatibe biçe wir. Kurdek ji Bedlîsê hatiye dixwaze li Nîşantaşiyê bijî. Biçe gundê xwe ma çi karê te li Nîşantaşiyê heye? Em çima pereyan bidine te’. Min jî bersiva wî da. Xirecir çêbû di navbera me de. Min dehf da û xwest li min bide.
“Paşê bang li du pasavanan kir. Heta min birin asansorê li min dan. Kesekî din jî hat nava asansorê û her sêyan limin dan.
“Paşê min avêtin derveyî avahiyê. Ez yekser çûm Qerepola Navendî ya Fûlyayê. Polîs jî zêde nebûn alîkar. Min birin nexweşxaneyekê , navê wê nayê bîra min. Li nexweşxaneyê min derman kir. Rapora derblêdanê dane min lê ji ber ez di rewşeke xirab de bûm, min rapor nedît. Li ba min nîne. Min îfadeya xwe li bal polîsan da, ez hatim malê. Di vê demê de ez hinekî baş bûm û ez çûm bal parêzerê.”
“Min alîkarî xwest lê li min dan”
Demirî wiha berdewam kir:
“Bi cilûbergên fermî yên dewletê heqaret li min kirin û l imin dan. Ez vê qebûl nakim. Li şûna ku dewlet alîkariyê bide min, li min da. Min nedizanî ku divê ez çi bikim. Him ji hêla psikolojîk him jî ji hela madî ez têk çûm. Ma ne wê dewletê di dema şewbê de alîkarî bida. Ji ber ku min alîkarî xwest li min dan…”
Demîr tevlî parêzera xwe Eren Keskînê çûye Edliyeya Stenbolê û giliyê Qaymeqamiya Şîşliyê kiriye.
Ji bo îdiayên Demîrî ji wan bipirsin em li Ofîsa Hiqûqê ya Qaymeqamiya Şîşliyê geriyan. Ofîsê got ku kesî ji me re behsa bûyerê nekiriye û ji ber wê ne rast e em daxuyaniyekê bidin. Ofîsên din ên Qaymeqamiyê jî bersiva telefonên me nedan. (EMK/FD)