Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
endekê Burhan Altintaşî ku li Goristana Kilyosê di qutiyên plastîk de hatibû veşartin, radestî malbata Altintaşî kirine. Malbat piştî 27 salan gihîştiye cendekê kurê xwe.
Malbatên ku hestiyên zarokên wan ji Goristana Xerzanê ya Gundê Oleka Jorîn derxistine û birine li goristana bêkesan a Kîlyosê defin kirine, li hestiyên zarokên xwe digerin. Serdozgeriya Komarî ya Tetwanê di 19ê Kanûna Paşiyê ya 2017an de ferman dabû leşkeran û leşkeran hestiyên 282 kesan beyî agahiyê bide malbatên wan ji Goristana Xerzan a Oleka Jorîn derxistibun û biribûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Piştî demekê cendek li Goristana Bêkesan a Kilyos di qaban de xistibûn bin qaldirimê û li wir veşartibûn. Heta niha 21 malbatan cendekên zarokên xwe wergirtine , lê hê jî cenazeyê 261 kesan radestî malbatan nekirine.
Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), ji ber ku cenaze li gor pîvana heyî nehatiye definkirin, gilî kiriye.
Min hestiyê kurê xwe hembêz kir
Li gorî nûçeya Erdogan Alayûmat, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê ji cendekên ku radestî malbatan kirine, yêk jê cendekê Bûrhan Altintaş e.
Sabîha Altintaş, dayika Bûrhan Altintaşî derbarê kêliyên ku hestî ji bin qaldirimê derxistine de wiha gotiye:
“Dema min hestî di hundirê qaban de dît, weke dile min bisekine li min hat. Min got vana çawa misilman in, kesekî misilman be li cenazeya mirovekî weha nake. Hestiyê wî di qabê de xistin hembêza min. Min ewil bawer nekir ku hestiyê kurê min di vê qabê de ne. Min xwest li qabê binerim lê kesên li gel min bûn rê nedan ez li qabê binerim. Piştre min derê qabê vekir û lê mêzekir. Min gelek kêm li hestiyê kurê xwe mêzekir. Ez bi salan li bendê bûm ku rojekê kurê min were û wî hembêz bikim lê hestiyên wî di qutiyeke plastîk de dan hembêza min. Min hestiyê kurê xwe hembêz kir.”
Çi bûbû
Bûrhan Altintaş, di sala 1971an de li gundê Peyndasê yê Tetwana Bedlisê ji dayik bûye. Dema li gund bû bi karê çotkarî û sewalkariyê re mijûl dibû.
Di sala 1992an de diçe Navçeya Kartalê ya Stenbolê leşkeriyê dike. Ji bo destûra 15 rojan vedigere gund. Piştî 15 rojan ji bo dîsa biçe leşkeriyê diçe Stenbolê û carek din agahî jê nayê girtin. Rayedarên leşkeriyê li malbatê digerin û dibêjin kurê we nehatiye leşkeriyê.
Piştre malbat fêr dibe ku kurê wan Bûrhan Altintaşî tevli PKKyê bûye. Altintaş di sala 1994an de di encama şerekî de dimire.
Malbata Altintaşî di sala 2014an de fêr dibe ku cenazeyê kurê wan li Goristana Xerzanê hatiye definkirin. Piştî 3 salan goristan tê rûxandin û malbata Altintaşî carekî din dest bi gerîna cendekî dikin.
Di Kanûna Pêşîn a 2019an de encamê testa Altintaşî û dayika wî pozîtiv derdikeve. Dayîka Altintaşî cendekê kurê xwe ji bin qaldirima Goristana Kîlyosê derdixe û dibe bajarê Bedlîsê defin dike. (AS/AY/FD)