Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mafparêz û karsaz Osman Kavala bûye berbijarê “Xelata Mafên Mirovan a Vaclav Havelî”. Kavala du sal û nîv in ku girtî ye.
Zimanzan, dîroknas û mafparêz Prof. Dr. Noam Chomsky û fîlozofê fransî Prof. Dr. Etienne Balibar, Endama Parlamentoya Ewropayê Rebecca Harms, Hevserokê Berê yê Partiya Keskan a Almanyayê Cem Ozdemir, Alîkarê Serokê Parlamentoya Ewropayê Dimitrios Papadimoulis, mafparêz û parêzer Jennifer Robinson, parêzer Sarah Leah Whitson, konsolê teqawitbûyî Ingmar Karlson, mafparêz û parêzer Jennifer Robinson û Endamê Parlamentoya Yewnanistanê Prof. Dr. Dimitris Kairidis, Kavala weke berbijar nîşan dane.
Komê bi van hincetan daxwaz kiriye ku xelatê bidin Kavalayî: “Bêedaletiya ku lê hatiye kirin rasterast bi rola wî ya çalakgeriya sivîlane re girêdayî ye. “Girtina wî bi xwe hişyariye ji bo herkesên ku bixwazin li ber rejîma otorîset a Serokomar Erdoganî serî hildin û wan çavtirsandî bikin.
“Mafê wî ye ku di qada navnetewî de pişgiriyê bidinê û bê naskirin. Xelata Mafên Mirovan a Vaclav Havelî teqez wê bihêle ew û civaka sivîl a Tirkiyeyê di qada navnetewî de bên naskirin û piştgiriyê bibînin. (RT/FD)