Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Minneapolisê ji bo George Floydê afro amerîkî merasîma yekem pêk hatiye. Merasima cenazeye Floydî li kampusa Zanîngeha North Centralê ya li bajarê Mînneapolîsê hatiye kirin. Malbata wî, hevalên wî, nas û dost û pêşengên olî û siyasî beşdarî merasimê bûne.
Çapemeniya DYAyê dîmenên merasimê bi zindî weşandiye
WATCH: Rev. Al Sharpton leads George Floyd’s memorial service in a 8 min. 46 sec. moment of silence, symbolizing the time a police officer had a knee on his neck. pic.twitter.com/2QCYjC3gqj
— NBC News (@NBCNews) June 4, 2020
Di merasimê de ji beşdaran hatiye xwestin ku bila ji bo Floydî bi qasî 8 deqîqe û 46 saniyeyan bêdeng bimînin. Lewra polêsan bi qasî 8 deqîqe û 46 saniyeyan çoga xwe kutabûn ser histûyê wî û bûbûn sedema mirina wî.
Çi bûbû?
Polîsan sêşema hefteya çûyî li Mînneapolîsê bi îdiaya ku hin kes xapandiye George Floydê çermreş ê 46 salî desteser kiribûn. Polîsekî çoga xwe kutabû ser histûyê wî. Floydî gotibû "Bêhna min diçike, nikarim bêhna xwe hildim" û lavayî wî kiribû da ku wî berde.
Welatiyên di wê derê de derbas dibûn bi têlefonan dîmenên bûyera qewimî kişandibûn û li ser medyaya civakî weşandibûn. Gelek kesan bertek nîşanî vê bûyere dabûn.
Floyd rakiribûn nexweşxaneyê lêbelê nehatibû ser hemdê xwe û li wir miribû.
Piştî wan dîmenan li DYAyê tundiya polîsan a li dijî çermreş dîsa hatibû rojevê. Xwepêşandan li Mînneapolîsê dest pê kiribûn û li gelek bajaran belav bibûn.
Piştî bûyerê bi hefteyekê, Washingtona paytext û New York jî tê de herî kêm li 40 bajaran derketina derva ya bi şev hatibû qedexekirin.
Li 25 bajaran ji bo ku alîkariya polîsan bikin û xwepêşandanan bi dawî bikin, Yekîneyên Parastina Neteweyî jî dest bi kar kiribûn. (PT/FD)