Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Bîtlîsê aşkere kiriye ku, li 9 gund û gundikên ser bi navenda bajêr, heta fermaneke din derketina derve hatiye qedexekirin.
Walîtiya Bîtlîsê biryara qedexeyê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye. 9 gund û gundikên qedexe lê hatiye ragihandin ev in: Dogruyol, Keklikduzu, Bolukyazı, Kuşlu, Çayırbaşi, Çadirli, Dereagzi, Yolcular û İlicak.
Walîtiyê di daxuyaniyê de weha gotiye:
“Agahî hatiye stendin ku endamên rexistina terorê ya cûdaxwaz li herêmên gund û gundikên bi navê Dogruyol, Keklikduzu, Bolukyazı, Kuşlu, Çayırbaşı, Çadırlı, Dereağzı, Yolcular û Ilıcakê hatine dîtin û ji xwere cîh peyda dikin. ji bo ewlehiya can û malên gelê me û ji bo girtina endamên rêxistina terorê ya cûdaxwaz biryara qedexeyê hatiye stendin. Biryar ji saet 02.00ê Çarşema 3ê Hezîrana 2020an de dest pê kiriye. Biryara qedexeye li gorî Qanûna Birêveberina Bajaran a hejmar 5442yê hatiye stendin.” (TP/AY/FD)