Fotograf: Hikmet Adal / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleyên ser bi Platforma Hevpar ya Mafên Mirovan têkildarî gefên dawîn ên li dijî Weqfa Hrant Dinkî û Rakel Dinkê daxuyaniyeke hevpar weşandine.
Platformê ji Komeleya Çavdêrikirinê ya ji bo Mafên Wekhev, Însiyatîfa Mafan, Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Komeleya Welatîbûnê pêk tê.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, heqê tu kesî nîne ku kesên din wêder bike û wekî dijmin nîşan bide. Divê dewlet mafên jiyanê biparêze.
Weqfa Hrant Dînkî ne bi tenê ye
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku Weqfa Hrant Dînkî ne bi tenê ye û weha hatiye gotin: “Divê gef û gotinên nefretê yên li dijî damezrînerên Weqfa Hrant Dînkî, hiqûqnas û xebatkarên Weqfê bi îradeyekî xurt bê şermezarkirin. Divê bi tespîtkirina kesên ku gefan dixwin ve neyê sekinandin. Divê paşxaneya van gefan bên aşkere kirin û divê bên cezakirin. Her weha ji bo ku ev êriş dubare nebin divê tedbir bên stendin."
Çi bûbû?
Weqfa Hrant Dînkî di 19ê Gulanê de li ser malpera xwe ya înternetê daxuyanî dabû û gotibû, wan di 27-28ê Gulanê de bi e-mailan gefa mirinê xwerine.
Li piştî Rakel Dînk û xebatkarên Weqfê gilî kirine, polîsan gumanbarê bi navê H.A. yê 25 salî li bajarê Konyayê desteser kirine.
Gumanbarê ku yekem peyama gefxwarinê ji Weqfê re şandibû di 30ê Gulanê de li Konyayê hatibû desteserkirin û piştre ew anîbûn Stenbolê. Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê gumanbarê bi navê H.A şandibû dadgehê û dadgeh duh biryara girtina wî dabû.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê di encama lêpirsîna Mudiriyeta Emnîyetê ya Stenbolê de gumanbarê bi navê E.B. li Stenbolê hatiye desteserkirin. Hatiye diyarkirin wî gumanbarî peyama gefxwarinê ya duyem ji Weqfê re şandiye. (HA/AY/FD)