Fotograf: Medyaya civakî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
3 gumanbarên ku li navçeya Etimesguta Enqereyê Barış Çakan bi kêrê kuştibûn hatine girtin.
Serdozgeriya Komarî a Rojavaya Enqereyê lêpirsîname dabû destpêkirin. Di encama vê lêpirsînê de 3 gumanbarên bi navê K.Y., A.B. û O.Y hatine desteserkirin. Piştî îfadeyên wan hatine stendin, bi daxwaza girtina wan ew şandine Dadgeha Ceza û Silhê ya Nobedar kirine. Dadgehê biryara girtina wan dide.
Sedozgeriyê daxuyanî daye û destnîşan kiriye, lêpirsîna derbarê mijarê de didome û gotiye: "Di hinek nûçe û hesabên medya civakî de hatiye gotin ‘Bariş Çakan ji ber ku li muzîka Kurdî guhdar kiriye, hatiye kuştin.’ Ev zanyarî bi temamî derewin û divê bawerî bi van parvekirinên ku manupilasyonê dikin neyê."
Çû bûbû?
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, malbata Bariş Çakanê 20 salî, bi mebesta bi hevalê xwe re li parkê rûnin ji mal derketiye û li parkê ji ber ku li muzîka Kurdî guhdarî kiriye, rastî erişa sê kesan hatiye.
Di encama êrişê de Çakan li wir miriye. 3 kesên êrişkar jî hatine desteserkirin.
Dogan Çakan: Berê jî em rastî êrişê hatine
Dogan Çakan, pismamê Bariş Çakanî gotiye, pêş vê bûyerê jî ji ber ku me li muzîka guhdarî dikir, em rastî êrişê hatin.
Nîhat Çakan, bavê Bariş Çakanî ji Medyascopê bi Hazar Dostî re axiviye û gotiye ku kurê min ne ji bo li muzîka kurdî guhdar kiriye lê ji ber hişyarî daye wan kesên di dema banga melayî de bi dengê bilind li muzîkê guhdar kirine rastî êrîşê hatiye.
Walîtiya Enqereyê jî daxuyanî dabû
Walîtiya Enqereyê jî derbarê kuştina Bariş Çakanî de daxuniyek weşandibû.
Walîtiyê di daxuniya xwe de wiha gotibû:
“Piştî roja 31.05.2020an mêrek di saetên êvarê de bi kêran hatiye kuştin, hatiye dîtin ku derbarê bûyerê de li ser medyaya civakî bi zanebûn hin îdiayên şaş hatine weşandin. Di encama vê rewşê de pêwîstî çêbûye ku ev daxuyaniya li jê bê weşandin.
“Bûyer ne weke ku tê îdiakirin pêk hatiye. Yanî ne ku yê hatiye kuştin û hevalî wî ji ber li muzîka kurdî guhdar kirine rastî êrîşê hatine. Li eksî wê yê hatiye kuştin û hevali wî gumanbar hişyar kirine ku di nava wesayitê de dema banga melayî bi dengekî bilind li muzîkê guhdar nekin bûyer qewimiye.
“B. A., hevalê yê hatiye kuştin di îfadeya xwe ya destpêkê de gotiye ku bûyer bi vî awayî dest pê kiriye. Di vê navberê de gumanbar demildest hatine desteserkirin û li gorî fermana Serdozgeriya Komarî lêkolîn berdewam dikin. Aşkere ye ku ne bi niyete pak dixwazin bûyerê bi vir de wir de bikişînin û bikin sedema tehrîkirinê.” (EKN/AY/FD)