Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bi gumana ku gefa mirinê li Weqfa Hrant Dînkî xwariye kesekî bi navê E.B. li Stenbolê hatiye desteserkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ji ber ku cara duyeme peyama gefxwarinê ji Weqfa Hrant Dînkî re tê şandin lêpirsîname amade kiriye. Serdozgeriyê derbarê mijarê de ji bo girtina gumanbar ango gumanbaran ferman daye hêzên emniyetê.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê di encama lêpirsîna Midiriyeta Emnîyetê ya Stenbolê de gumanbarê bi navê E.B. li Stenbolê hatiye desteserkirin. Hatiye diyarkirin wî gumanbarî peyama gefxwarinê ya duyem ji weqfê re şandiye.
Gumanbarê ku yekem peyama gefxwarinê ji weqfê re şandibû di 30ê Gulanê de li Konyayê hatibû desteserkirin û piştre ew anîbûn Stenbolê. Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê gumanbarê bi navê H.A şandibû dadgehê û dadgeh duh biryara girtina wî dabû. (EKN/AY/FD)