Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Navçeya Etimesguta Enqereyê duh di saet 22.30an de ciwanê 20 salî Bariş Çakan kêrkirine û ew kuştine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Bariş Çakan xortê 20 salî, bi mebesta bi hevalê xwe re li parkê rûnin ji mal derketiye û li parkê ji ber ku li muzîka Kurdî guhdarî kiriye, rastî erişa sê kesan hatiye.
Di encama êrişê de Çakan li cîhê bûyerê miriye. 3 kesên êrişkar jî hatine desteserkirin.
Dogan Çakan: Berê jî em rastî êrişê hatine
Dogan Çakan, pismamê Bariş Çakanî gotiye, pêş vê bûyerê jî ji ber ku me li muzîka guhdarî dikir, em rastî êrişê hatin. Dogan Çakanî diyar kiriye, terme Bariş Çakanî li nexweşxaneya Taybet a Etimadê ye û wê îro were binax kirin. (TP/AY/FD)