Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Stenbolê kesekî nediyar xaça deriyê Dêra Sûrp Krîkor Lûsavorîçî ya Ermeniyan rakiriye.
Li gorî nûçeya rojnameya Agosê, rêvebiriya Dêrê daxuyani daye û gotiye, xaça ku ji derî hatibû rakirin, wan dîsan pê ve kiriye û Emnîyeta Uskudarê lêkolînê li ser mijarê dike.
Garo Paylan, parlamenterê Amedê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê medya civakî dimenên derbarê erişê de belav kiriye û gotiye: “Êrişên li dijî Dêrên me didomin. Xaça Dêra me ya Sûrp Krîkor Lûsavorîçî ji şûnê rakirine û avêtine erdê. Gotinên nefretkirin yên desthilatê, sûcen ji ber nefretê çêdibin asayi dike.”
Beriya niha êrîşî Dêreke li Bakirkoyê kiribûn
Di 8ê Gulanê de deriyê Dêra Dzinunt Surp Asdvadzadzni ya Bakirkoyê hatibû şewitandin. Piştî bûyerê kesekî bi navê M. K. hatibû desteserkirin. M. K. yî di îfadeya xwe de gotibû ku “Van koronavirus li serê me kiriye bela, ji ber wê min şewitand.” (TP/AY/FD)