Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî / ingîlîzi bitikîne
Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê derbarê tundkariya polîs û notirvanan a li Nisêbîna Mêrdînê, Etîmesgûta Enqereyê, Çorlûya Tekîrdagê, Kadikoy, Sultanbeylî, Eyubsultan û Zeytînbûrnûya Stenbolê, Edene û Cizîra Şirnexê pêk hatiye daxuyaniyeke nivîskî weşandine.
Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê bibîr xistine ku ji ber Covid-19ê biryara qedexeya derkvetina derve hatiye standin û di vê demê de hejmara bûyerên ku hêzên asayîşê di encama wan de mafan binpê dikin zêde bûne. Hiqûqnasan gotiye, “bila tundkariya polîsan û notirvanan bidawî bibe.”
Di daxuyaniya xwe de Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê destnîşan kirine ku gelek kêm ji van bûyerên li seranserê Tirkiyeyê qewimîne hatine zelalkirin û wiha gotine:
“Polîsên sûcdar, bi wî tişî bawer dikin ku wê hempîşeyên wan, fermanderên wan, rêxistina wan û îradeya siyasî wan biparêzin û bi wî rengî tevdigerin.
“Ew helwesta bêcezatiyê ya ji demên berê heta niha berdewam dike, dibe sedem ku tundkariya polîsan berdewam bike. Divê ew polîs bi cezayên herî giran werin cezakirin ku roja cejnê li ber malên wan, li bal malbatên wan derb li mirovan xistine, rûmeta mirovahiyê xistine bin lingan. Divê desthilata siyasî xwedî li polîsên ku sûcan dikin dernekeve û dest ji daxuyaniyên piştevaniya wan berde.
“Ji bo pêşiyê li mexdûriyetên nû bigirin em binpêkirina mafan ê hêzên asayişê dibin sedem dişopînin û şopandina wan berdewam bikin.” (HA/FD)