Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Belgefilma bi navê Siya Avê li ser înternetê hatiye weşandin. Metîn Yoksû, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê belgefilm amade kiriye ku behsa rewşa Heskîfê dike.
Metîn Yoksuyî belgefilm li ser hesabê xwe yê Youtube-ê weşandiye û kesên bixwazin wê bikaribin li ser wî hesabî lê temaşe bikin.
Belgefîlm cara pêşiyê di 16ê Sibatê de li Êlihê li Navenda Çandê ya Ahmet Guneştekînî ya Şaredariyê hatibû nîşandan. Di belgefîlmê de behsa gundên di bin avê de hatine hiştin, ava Çemê Dîcleyê û Heskîfê bi berfirehî tê kirin.
Di belgefîlmê du jinên ji gundê Ewtê ya girêdayî navçeya Misirca Sêrtê qala çîroka xwe û gundê xwe û bendavê dikin ku gundê wan di bin avê de maye. (HA/FD)