Fotograf: Newsweek Pakistan/Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Balafireke Geştên Asmanî ya Pakistanê ya Navnetewî (PIA) li nêzîkî herêma Modelê ya Karaçiyê ketiye. Balafir ji Lahorê ber bi Karaçiyê ve diçû.
Li gorî daxuyaniya rayedarên saziya tenduristiyê yên herêma Karaçiyê, heta niha derketiye holê ku 11 kes mirine.
Li gorî zanyariyan balafira A320 Airbusê wê daketa Balafira Jinnahê ya Navnetewî.
Newsweek Pakistanê ragihandiye ku berdevkê PIAyê gotiye di balafirê de 91 rêwî û 9 xebatkar hebûn.
Piştî şewba koronayê geştên esmanî nû destpê kiribûn
Piştî şewba koronayê ev hefteyeke ku li Pakistanê geştên esmanî destpê kiribûn.
Geştên PIAyê û Serena Airê tenê di navbera Îslamabad, Karaçî, Lahor, Peşaver û Kettayê de dihatin kirin.
Artêşa Pakistanê ji bo beşdarî xebatên rizgarkirinê bibe, çûye cihê ku balafir lê ketiye.
Ûsama Kûreyşî, Alîkarê Serokê Konseya Karî ya Pakistanê li ser hesabê xwe yê Twitterê hin dîmen par ve kirine ku derbarê ketina balafirê de ye.
Video by an eye witness. pic.twitter.com/XmLfpAPFCm
— Usama Qureshi (@UsamaQureshy) May 22, 2020
(PT/FD)