Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Enqereyê, duh (20 Gulanê 2020 Sêşem) xwestin li dijî biryara Wezareta Navxweyî ya wezîferdarkirina qeyûman li pêş avahiya xwe çalakiyek pêkbîne. Her weha polîsan rê nedan çalaki pêk were.
Li gor Ajansa Mezopotamyayê, Vezîr Coşkûn Parlak Hevserokê Bajarê Enqereyê yê HDPyê xwestiye daxuyaniya çapemeniyê bixwîne, lê hatiye desteserkirin. HDPyîyan astengkirina çalakiyê protesto kiriye û dirûşmên "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "HDP gel e gel li vir e" û "Bila faşîzma AKPyê qehir be " avêtine. HDPyiyan li dijî astengkirina polîsan li avahiya xwe de dest bi çalakiya rûniştinê kiriye. Polîsan midaxeleyî kesên di çalakiya rûniştinê de ne kiriye.
HDPyiyan xwestin li avahiyê derkevin polîsan nehîştine derkevin û ew derb kirine. Polîsan parêzer Alî Şahîn, Endamê Meclîsa HDPyê devarû avêtine erdê û destê wî kelepçe kirine.
Velî Saçilik, Civaknas û Endamê Rêvebiriya Navendî yê HDPyê ji aliye polîsan ve hatiye desteserkirin. Di dema midaxeleyê de endamên HDPyê Nîhat Dogan Parlamenterê berê yê Colemêrgê, Denîz Akîl, Zeyno Bayramoglû, Mehmet Şerîf û 3 kesên ku navê wan nediyare hatine desteserkirin.
HDPyî wê giliyê polîsan bikin
Li gel Velî Saçilik, Civaknas û Endamê Rêvebiriya Navendî yê HDPyê, parêzer Alî Şahîn, Endamê Meclîsa HDPyê û Nîhat Dogan, Parlamenterê berê yê Colemêrgê 9 kes serbest hatine berdan.
Vezîr Coşkûn Parlak, Hevserokê HDPê yê Bajarê Enqereyê di dema midaxeleya polîsan de sere wî şikestîye. Di laşe hinek HDPyiyan de jî ji ber lêdanê reşayî çêbûye. HDPyiyên rapora derbxwarinê wergirtine wê giliyê polîsan bikin.
Çi bûbû?
Wezareta Navxweyî di 15ê Gulanê de Hevseroka Şaredariya Sêrtê, Berîvan Helen Işik, Hevserokê Şaredariya Hawêlê Razamazan Sarsilmaz, Hevserokê Şaredariya Misirceyê Baran Akgul, Hevserokê Vartinîsê Casîm Bûdak û Hevserokê Îdirê Yaşar Akkûş ji kar hatine avêtine û li şuna wan qeyûm wezîfedar kiriye.
Waliyê Sêrtê, Ali Fuat Atik jî ragihandiye, ku qeymeqamên wan navçeyan wek qeyûmê şaredariyan hatine erkdarkirin.
Ji bo Sêrtê, walîyê Sêrtê Alî Fûat Atîk, Qaymeqamê Hawêlê Mehmet Tunç û Qaymeqamê Misirceyê Îhsan Emre Aydın li şûna şaredarên HDPyî yên ji kar avêtî, wek qeyûm hatine destnîşankirin. (EMK/AY/FD)