Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrî derbarê serlêdana wî girtiyî de biryar daye ku rêveberiya girtîgehê nameya wî ya behsa pêvajoya hiqûqî dikir sansur kiriye.
Girtiyî di daneya xwe de behsa wê pêvajoya hiqûqê kiriye ku li girtîgehê pêk hatiye.
Dadgehê diyar kiriye ku mafê azadiya ragihandinê ya girtiyî hatiye binpêkirin û biryar daye ku 2 hezar TLyî weke tazminata manewî bidin girtiyî.
“Ez nikarim bidin wergerandin”
Rauf Erdem, bi tohmeta ku “xwestiye pergala Destûrî bi darê zorê biguhere” li Girtîgeha Tîpa Lyê ya hejmar 6yê ya Sîlîvriyê tê girtin.
Di 5ê Îlona 2017ê de nameyek ji Komeleya Civaka Sivîl a Di Sîstema Girtîgehan de şandiye û tê de behsa pêvojoya hiqûqî ya tê re derbas bûye kiriye:
“Di sala 2004an de min ji yasaya hejmar 4616ê ve sûd wergirt û ji ber ku kesî îtiraz li vê biryarê nekir, biryar hate pesendkirin. Piştî 6 salan ev biryar gihîşte ber destemin. Li ser vê min jî daxwaza tehliyeya xwe kir. Wan jî di 21/11/2016an de ez tehliye kirim. Roja ku ez tehliye bûm, dozgerî serî li 11em Dadgeha Cezayê Giran daye û xwestiye ez bêm girtin. 11em Dadgeha Cezayê Giran jî serlêdana dozgerî qebûl kiriye û biryara girtina min derxistiye…”
Erdem di encama serdegirtina malê de hatiye desteserkirin û girtin. Erdemî di nameya xwe de gotiye ku ew dixwaze serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).
“…Niha ez ê sê caran serî li DMMEyê bidim lê ji bo wergerê pereyên min tune. Gelo dibe hûn daxwaznameyan binivîsin, wergera wê bikin û bişînin?”
Lijneya Disiplînê ya Girtîgehê “bi biryara ku name metirsîdar e” dest daniye ser nameyê.
Erdemî serî li 2yem Dadgeriya Înfazê ya Sîlîvriyê paşê jî li Dadgeha Cezayê Giran a Sîlîvriyê daye. Lê daxwazên wî nehatine qebûlkirin. Paşê di 8ê Kanûna Pêşiyê ya 2017an de serî li Dadgeha Destûrî daye. Dadgeha Destûrî di 10ê Adara 2020an de biryar daye ku mafê Erdemî hatiye binpêkirin. (AS/FD)