Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dayikên/Mirovên Şemîyê û Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Şaxê Stenbolê Komîsyona li dijî Wendakirinên di Dema Desteserkirinê de, ji bo 17-31ê Gulanê, Têkoşîna li Dijî Wendakirinên di Dema Desteserkirinê de ya Navneteweyî, daxuyanîyek dane.
Daxuyanî, ji ber koronavîrusê, li ser medya civakî hatiye weşandin û wiha hatiye gotin: “Lêgerîna me ya heqîqet û dadwerîyê, heta wendayê dawîn bê dîtin û failê dawîn bê cezakirin dê bidome”.
Sebla Arcan, Endama Komîsyona Kesên ku di Dema Desteserkirinê de Hatine Wendakirin, daxuyanî daye û wiha gotiye: “Weke tê zanîn, sûcê wendakirinên di dema desteserkirinê de, li gelek welatên zordest lê desthilatar in; şêwazeke wiha bû ku bi armanca tirsê têxe dilê civakê û dengê muxalifan bibire hatiye bikaranîn.
“Bila peymana Neteweyên Yekbûyî bê îmzekirin.
“Em, xizmên wendayan û parêzvanên mafên mirovan, bi sedema Hefteya Wendayên di Dema Desteserkirinan de, careke din bang li rêveberên dewletê dikin; Peymana Navneteweyî ya Parastina Wendakirinên bi Zorê ya Herkesî ya NYyê yekser îmze bikin û bisepînin. Ev peyman ji bo dewletan berpirsiyar ku rê li ber wendakirina di dema desteserkirinê de bigire û di warê wendakirinên rabirduyê de herkes bigihe heqîqet û edaletê tîne.
“Em dê dev ji wendayên xwe û Qada Galatasarayê bernedin ku cihê civana me ye bi wendayên me re ye.” (RT/AY/FD)