Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), serlêdana hikûmeta Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya ku dixwest biryara derbarê mafparêz û karsaz Osman Kavalayî de bibe ber destê Daîreya Mezina DMMEyê qebûl nekiriye.
Li gorî vê biryarê, DMMEyê biryara derbarê Osman Kavalayî de pesend kiriye ku gotibû mafên wî hatine binpêkirin û divê demildest serbest bibe.
Lê Kavala ji ber lêpirsîneke din hîn girtî ye.
Osman Kavala di 18ê Çiriya Pêşiyê ya 2017an de hatibû desteserkirin û 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017an de hatibû girtin. DMMEyê di 10ê Kanûna Paşiyê ya 2019an de biryar dabû ku mafên Kavalayî hadine binpêkirin.
Dadgehê di biryara xwe de diyar kiribû ku Tirkiyeyê benden 1 û 4ê yên Xala 5em ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê kiriye û divê Kavala demildest serbest bibe. Di biryarê de her weha hatibû gotin ku girtina Kavalayî binpêkirina mafên wî ye.
Piştî biryara Selahattîn Demîrtaşî DMMEyê ji bo Kavalayî jî li gorî xala 18em biryara binpêkirinê dabû.
Çi bûbû?
Osman Kavalayî di 8ê Hezîrana 2018an de bi rêya parêzerên xwe serî li DMMEyê dabû û gotibû biryara girtina wî ya demkî li dijî Xala 5em a PMMEyê ye ku derbarê mafê jiyan û azadiyê de ye. Kavalayî her weha diyar kiribû ku biryara girtina wî ji ber sedemên siyasî ne.
Di Doza Geziyê de ji bilî Osman Kavala, Serokê, Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê 15 kesên din tên dadgehkirin. Tenê Kavala girtî ye. Dadgehkirinê di 24ê Hezîrana 2019an de destpê kiribû. Kavala di vê dozê de beraet kiribû lê piştî wê dozeke din bi tohmeta ku “sîxurtiya leşkeri yan jî siyasî kiriye” careke din hatibû girtin. Hîna li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.
Derbarê Osman Kavalayî de
Di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Di sala 1982ê de weke rêveber li Kavala Grûbê dest bi kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî Weşanxaneya Îletîşîmê ava kiriye ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Weke endam din ava Konseya Karî ya Tirk-Polonan de, Konseya Karî ya Tirk-Yewnanan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Rojhilatê Başurê Ewropayê) û hin dezgehên karî û civakî sivîl de kar kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber ê TESEVê, endamê Lijneya Şêweber ê Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, piştevanê Tarih Vakfi û Diyarbakir Kultereviyê ye. (AS/FD)