Fotograf: Medyaya civakî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber ku nivîseke bi navê “Hûn nikarin ji ber qedera serobino baz bidin” nivîsandiye û ev nivîs di 5ê Gulanê de di rojnameya Evrenselê û malpera Arti Gerçekê de hatiye weşandin, lêpirsîname ji bo nivîskar, weşanger, mafparêz Ragip Zarakoluyû hatiye destpêkirin.
Piştî ku nivîs hatiye weşandin Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê, Fahrettîn Altunî giliyê Zarakolûyî kiribûn. Li ser vê rewşê Buroya Lêpirsînên Sûcên Birêxistinkirî û Terorê ya Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê bi tohmeta ku “mesaja derbeyê daye û xwestiye sîstema Destûrî biguherîne” lêpirsînname daye amadekirin.
Ahmet Ozel, Parêzerê Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê giliye Zarakoluyî kiribû. Ozelî di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku Zarakolû bi nivîsa xwe Serokwezîr Adnan Menderesê hatiye darvekirin û Recep Tayyîp Erdogan dane ber hev.
Çi bûbû?
Nivîskar û rojnameger Ragip Zarakolû nivîsek bi navê “Hûn nikarin ji qedera serobino baz bidin” nivîsandibû. Nivîs di 5ê Gulanê de li rojnameya Evrenselê û malpera nûçeyan a Arti Gerçekê hatibû weşandin. Di wêneyê nivîsê de Serokoomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê darvekirî Adnan Menderes li kêleka hev hatibû danîn.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê heman rojê bi tohmeta ku sûc li dijî sîstema Destûrî ya Komara Tirkiyeyê û Serokomar Erdoganî kirine giliyê Zarakolûyî kiribû. Xwestibû ku doz bê vekirin.
Zarakolûyî daxuyaniyek dabû û gotibû ku wî di jiyana xwe de her têkoşîn li dijî derbekaran kiriye.
Biryar hatibû standin ku bi sûcê “dixwaze mesaja derbeyê bide û sîstema destûrî hedef bigire” lêpirsîn bê kirin. (EMK/FD)