Fotograf: Taylan Oztaş
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin İnan, Rêberên Nifşê 68an di 48em salvegera darvekirina xwe de hatine yadkirin.
Li Enqereyê rêxistinên ciwanan xwestine li Goristana Karşiyakayê her sê navan yad bikin. Lê polîsan destûr nedaye.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) û Ajansa Mezopotamyayê (MA) polîsan deriyên goristanê girtine û goristan dorpêç kirine. Mustafa Gezmiş, bixaltî/pismamê Deniz Gezmişi, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Ruştu Tirkayi û Kemal Bulbul û Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan û nûnerên partiyên siyasî beşdarî bernameyê bûne.
Polîsan gotine ew ê nehêlin fotografên Gezmiş, Aslan û Înan, al, dovîz û pankartan bixin nava goristanê. Tenê hiştine çîçekan bibin nava goristanê.
Bi hinceta ku flama xistine nava goristanê polîsan midaxele li endamên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger, Komeleya Ciwanên şoreşger, Komîteyên Ciwanan ên Dev-Guçê, Meclîsên Ciwanan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kaldiraç Universite, Înîsiyatîfa Ciwanan a SGDF, Ciwanên Demokrat ên Nû û Yekîtiya Lîseyiyên Şoreşger kirine. Di vê demê de polîsan rojnameger asteng kirine ku fotografan bikişînin. Polîsan du ciwan, Sait Boztaş û Yucel Yavuz desteser kirine.
Polîsan destûr nedane ku li ber goristanê daxuyanî bê xwendin.
Îzmîr
Baroya Îzmîrê ji bo salvegera darvekirina Gezmiş, Aslan û İnanî daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
“Hê di nûciwaniya xwe de bêyî li dû berjewendiyeke şexsî bin, ji bo serxwebun û bextewariya gele me têkoşîn kirine û li gorî îdeala Tirkiyeyeke bi her tiştê xwe serbixwe heta kêliya dawiyê di xizmeta gelî de mane. Bi vî awayî jî can dane. Em bi rêzdarî bibîr tînin.”
Stenbol
Li Stenbolê jî rêxistinên ciwanan li nêzîkî Qesra Dolmabahçeyê daxuyaniyek ji bo çapemeniyê xwendine.
Piştî daxuyaniyê çalakvanan qurnefîl avêtin Behra Marmarayê. (EMK/FD)