Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Qirkirina Dêrsimê ya di sala 1938an de pêk hat û di encamê de ji bi deh hezaran mirov hatine qetilkirin. Dîsa di encama vê qetlîamê de politikaya asîmîlasyon û guhertina demografik hatiye meşandin ku bi deh hezaran kesên ji qirkirinê filitîne hatine sirgunkirin.
Qirkirina Dêrsimê li gel xebatên akademîk û edebî bûye mijara belgefilman jî.
Dêrsim 38
Yek ii van belgefilman a bi navê Dêrsim 38 e. Çayan Demîrel derhêner ê belgefilmê ye. Belgefilm di sala 2006an de hete weşandin, Ali Naki Gundogduyî şêwirmindî jê re kiriye. Ali Haydar Gulerî pevxistiye, Metin Kemal Kahramanî jî muzîk ji bo belgefilmî amade kirine.
Belgefilm ji 68 deqîqeyan pêk hatiye ku zanyariyên dîrokî û akademîk, şahidiya şahidên qirkirinê jî di belgefilmî de hatiye nişandan.
Kara Vagon (Vagona Reş)
Derhênerê belgefilmî Ozgur Findik e. Di sala 2011ê de hatiye weşandin. Di belgefilmê de şahidên qirkirinê û du leşkerên ku beşdarî qirkirinê bûne diaxivin û behsa qirkirinê dikin. Huseyin Ayrılmaz produktorê belgefilmî ye, Cemil Qoçgiriyî jî muzîk jê re amade kirine. Belgefilm saetek û 5 deqîqe ne.
Keçên Winda ên Dêrsimê
Piştî Qirkirina Dêrsimê, bi dehan keçên Dêrsimî ji malbatên wan hatine dûrxistin û li gorî politikaya asîmîlasyonkirinê ew dane malbatên leşkeran. Nezahat Gundogan, derhênera vî belgefilmî behsa wan keçan dike ku piştî Qirkirina Dêrsimê li gorî polîtîkayên asîmîlasyon û tunekirinê ew ji malbatên wan hatine dûrxistin û şandine warên din. Mîkaîl Aslanî muzîk ji belgefilmî re amade kiriye. Belgefilm 57 deqîqe ye.
-
Piştî vê belgefilmê di sala 2014an de Nezahat doganê dîsa bi navê Hay Way Zaman belgefilmeke din were dewamiya ya yekem weşandiye. Ev belgefilm jî saet û 25 deqîqe ye. Produktorê wê Kazim Gundogan e.
Tertele
Weke projeya albüma muzîkê ya fotografan û belgeyan hatiye amadekirin. Cemal Taş û Nilufer Saltikê bi hev re amade kirine. Behsa Zêmarên Qirkirina Dêrsimê dike. 18 deqîqe ne. (FD)