Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî xutbeya Diyanetê ya gotinên nefretkirinê tê de hebûn, doktor Metîn Çakirê li Almanyayê di klînîkekê de kar dike, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nivîsandibû û gotibû, “Ez weke doktorekî dixwazim bibêjim ku hevzayendî, transeksuelî nexweşî ye.”
Piştî vê nivîsê gelek kesan bertek nîşanî peyama Çakirî da kul i bajarê Karlsruheyê li Helius Klinikê kar dikir. Çakirî paşê tweeta xwe jê bir.
Li gorî nûçeya Euronewsê, klînîkê ji medyaya almanî re gotiye ku wan Çakir ji kar derxistiye.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Em û xebatkarê me rûniştin û biryar da ku ji bo demekê em wî ji kar derxin. Em û odeya doktoran rûnên, lêkolîna mijarê bikin û nirxandinekê bikin. 20 sal in ku li nexweşxaneya me kar dikir.” (EMK/FD)