Fotograf: Murat Bayram
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meral Daniş Beştaş, Wezîka Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêya parêzera xwe Pinar Akdemîrê serî li Dadgeha Destûrî dabû û xwestibû ku kuştinên li Jêrzemînên Cizîrê pêk hatine bikin mijara dozê. Lê Dadgeha Destûrî serlêdana Beştaşê qebûl nekiriye.
Di dema qedexeya derketina derve û operasyonan de li Taxên Sûr û Cûdiyê yên Cizîrê li ser hev 189 kes miribûn. Mijar biribûn ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), dadgehê ji bo dosyayekê di 7ê Sibata 2019an de biryar dabû. DMMEyê gotibû ku pêvajoya dadgehkirinê li Tirkiyeyê neqediyaye û berê serlêderan dabû Dadgeha Destûrî.
Dadehê îro derbarê serlêdana Meral Daniş Beştaşê de biryara xwe aşkere kiriye. Di daxwaznameyê de Beştaşê diyar kiribû ku “Biryarên qedexeya derketina derve, mafê jiyanê, yê qedexeya li ser îşkence û zordariyê, ewlehî û azadiya şexsî û nepeniya jiyana taybet binpê kiriye.”
Dadgeha Destûrî qebûl nekiriye
Dadgeha Destûrî di biryara xwe de gotiye, ji ber kesa serî lê daye rasterast bûyerê bandor lê nekiriye ew ê serlêdana wê qebûl nekin.
Dadgehê her weha diyar kiriye ku serlêderê serî li rêyên din ên darazê nedaye û ev rê hîna jî ji bo wê vekirîne. Ji ber wê jî ew ne erkdar in vê dosyayê binirxînin û wê qebûl nekin.
Li Cizîrê çi bûbû?
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 14ê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê hîn dema qedexeyên derketina derve berdewam dikir, Efkan Ala, Wezîrê Navxweyî 11ê Sibata 2016ê aşkere kir ku Cizîrê operasyonên dorpêçkirinê bi dawî bûne. Lê qedexeyên li Cizîrê 2yê Adara 2016ê hate aşkerekirin ku wê di saetên êvarê de berdewam bikin. Heta 2yê Adarê ketin û derketina nava bajêr hate qedexekirin.
Piştî li taxên Cûdî û Sûrê yên Cizîrê qedexe bi dawî bû, 25 jê yê zarokan, cesedê 177 kesan hatin derxistin ku piraniya wan di nava xirbeyên 3 avahiyan de bûn. Nasnameya 103 kesan hate diyarkirin lê 74 kes bêyî ku nasnameyên wan bên diyarkirin, hatin binaxkirin. Hat diyarkirin ku 189 kes mirine. (AS/FD)