Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yagiz Timoçîn, Endamê Komeleya Hiqûqnasên Hemdemê ji ber ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsandiye “Em diravan nadin” hatiye desteserkirin. Herweha Yagiz Tîmoçîn parêzere û niha stajeriyê dike.
Tîmoçînî ji bo protestokirina qeyrana aborî ya ku şewba Covîd-19ê bi xwe re aniye û kedkar rûbirû dimînin beşdarî kampînê bibû.
Emre Erdal, Parêzerê Tîmoçînî ji bîanetê re axiviye û gotiye, Tîmoçîn bi sucê “tahrik dike ku qanûnan pêkneyînin” tê tohmetbarkirin. Em li bendê ne dê îro îfadeyê wî bê stendin.
Herweha Tîmoçînî di Şubeya Ewlekariyê ya Midiriyeta Emniyetê ya Stenbolê de tê girtin. (AS/AY/FD)