Fotograf: echr.coe.int
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîteya Wezîran ya Konseya Ewropayê ya ku pêkanîn û pêkneanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa(DMME)yê dişopîne rapora xwe ya 2019an belav kiriye.
Li gor raporê di 2019an de Rûsya bi pêkneanîna 240 biryaran di rêza yekem de ye, Tirkîye bi 184 biryaran duyeme û Ûkrayna jî bi 111 biryaran di rêza 3em de ye.
Ji dozên ku di bin şopandina grîng de ye %19 li dijî Rûsya, %17 Ukrayna û %11 jî li dijî Tirkîyeyê ne.
Komîteya Wezîran li bendê ye ew welatên ku terefin û doz lê hatine vekirin wan biryaran pêkbînin. Ji wan dozan % 17 yên binpêkirinên hêzên ewlekarîyê ne, %10 biryarên girtin û desteserkirina bê heq, %9 binpêkirinên qedexeya îşkenceyê û mafê jîyanê, %8 şert û mercên girtîgehan û ji % 7 jî bi derengî cîbicîkirina biryarên dadgehên herêmîye yan jî pêkneanîna biryaran e.
Li gor raporê di sala 2019an de bi dayina 28.547,005 Euro tezmînat,Rusya yekem welate. Tirkiye jî di 2019an de bi 2.170,693 Euro tezmînatê hatiye mehkûm kirin. Heta niha 77.244,322 Euro tezmînat hatîye dayin. (HA/AY/FD)