Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê operasyonên li ser şaredariya Farqîn, Erxenî, Gêl, Licê û Êlihê de daxuyaniyek weşandiye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “Avahiyên şaredariyên me yên Farqîn, Erxenî, Gêl, Licê û Êlihê hatine dorpêçkirin û dest bi lêgerînê kirine. Di encama serdegirtina malan de Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, Hevşaredarê Farqînê Naşîde Toprak, Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya, Hevşaredarê Gêlê Mûstafa Akkûl û Belgin Diken, Hevşaredara Yenîşehîrê ya ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, Alîkarên Hevşaredarên me yên Êlihê Şehrîban Aydin û Salih Çetînkaya, Hevberdevkên me yên Şaredariya Êlihê Şukran Çelebî û Recep Yargi hatine desteserkirin.”
Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê HDPyê di daxuyaniya xwe de gotiye “Wezaretê heta niha daxuyaniyeke fermî nedaye. Her weha ti tiştek rasterast ji şaredarên me re nehatiye şandin. Çavkaniyên fermî derbarê naveroka vê operasyonê de ji raya giştî re tiştek negotine. Lê li gorî tecrubeyên bere, xuya dike ku ev operasyoneke kayûmtiyê ye. Em hêvî dikin ku desthilatdarî di nava van şert û mercan de dîsa qeyûman bi cih nake.”
Salîm Kaplan, Berpirsê Rêveberiyên Herêmî yên HDPyê jî ji bianetê re got, “Operasyon li ser şaredariyên navborî hene. Lê ti belgeyek nîne ku ev kayûm e. Beriya niha desteser dikirin û biryar dişandin nila ti belgeyek derbarê keyûman de nîne.” (DB/AO/EMK/FD)