Fotograf: Hakan Mehmet Şahin/AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîs û Yekîneyên Sînorî yên Yewnanistanê îro bi guleyên rastîn, guleyên plastîk, bombeyên xazê, mijê û dengî êrişî penaberan kiriye. Di encama êrişê de penaberek mirîye, 5 jî brîndar bûne.
Walîtîya Edîrneyê daxuyandîye, heyeta ji Parlamenterê Bursayê û Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoyê Hakan Çavuşoglu û ji 8 parlamenteran pêkhatîye, bi mebesta rewşa penaberan bişopîne û agahiyan bi dest bixin hatiye ser sînor. Herweha parlamenterê HDPyê Omer Farûk Gergerlîoglû jî weke endam di nav komîsyonê de ye.
Walîtîya Edîrneyê derbarê bûyerê de daxuyanî daye û gotiye:
"Di saet 11.00an da dema heyeta komîsyonê li ser Deriyê Sînorî yê Pazarkuleyê lêkolîn dikirin, polês û leşkerên Yewnanistanê li herêma di navbera Deriyê Sînorî yê Pazarkuleyê û Deriyê Sînorî yê Kastanîesê da dimîne bi guleyên rastîn, guleyên plastîk, bombeyên xazê, mijê û dengî êrişî penaberan kirîye"
Walîtî weha pêde çûyî : "3 koçber ji lingên xwe, yek ji ranê xwe, yek ji serê xwe û ji singa xwe tevahî 6 koçberên mêr birîndar bûne û ew rakirine Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Trakyayê. Koçberê ku di singa xwe de brîndar bûbû piştî hewildanên pizîşkan nehatiya xilas kirin, mirî ye "
Derbarê bûyerê de Serdozgerê Komarî yê Edîrneyê lêpirsîn daye destpêkirin. (AO/AY/FD)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe wergerandiye