Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Malbata Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û ya Hayrî Konar û Veysî Aktaşî çûne Grava Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anîne.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihandîye û gotîye:
''Malbatên miwekîlên me yên ku li Girava Îmralîyê têne girtin, yên Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar û Birêz Veysî Aktaşî ji bo serdana malbatên xwe îro (3yê Adarê) bi miwekîlên me re hevdîtin pêk anîne. Em raya giştî agahdar dikin.''
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Abdullah Ocalanî bi birayê xwe Mehmet Ocalanî re hevdîtin pêk aniye.
Abdullah Ocalan herî dawî di 13ê Tebaxa sala 2019an da bi birayê xwe Mehmet Ocalanî re hevdîtin pêk anî bû. Herweha bi parêzerên xwe re jî di 7ê Tebaxa 2019an da hevdînek hatibû encamdan. (EKN/AY/FD)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkiyê wergerandiye