Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtîya Stenbolê çalakîyên wekî kombûn, xwepêşandan, daxuyanî, vekirina standan, belavok û komkirina imzayan heta 10ê Adarê saet 23.59ê qedexe kirine.
Walîtîya Stenbolê di daxuyanîyeke nivîskî de destnîşan kirîye û gotîye; "Hêzên me yên Leşkerî li Surîyeyê operasyonan pêk tînin. Çalakîyên wekî xwepêşandan, civîn, daxuyanî, vekirina standa, belavok û komkirina imzayan ji bo rexnekirin û rawestandina operasyonên me li saet 00.01ê 1ê Adarê heta saet 23.59yê 10yê Adarê hatine qedexekirin”
Sedem: Ewlehîya Civakê
Daxuyanîya Walîtîya Stenbolê weha ye:
“Li Sûrîyeyê şehîd û gazîyên me hene, di qonaxeke weha hesas de ihtimal heye kes û alîyên ku di bin navên ‘Ji şerî re na’ de bi çalakiyên wek xwepêşandan, civîn, daxuyanî, vekirina standan, belavok û kampanyayên imzayan, gefê li aştiya navxweyî ya civakî bixwin û dest bavêjin nirxên netewî, wicdanî û mirovî. Her weha di navbera van koman û hemwelatiyên me de bûyerên provokatîv ên devkî û laşî pêk werin. Li gorî vê encamê ev rewş wek berevaniya azadî û mafên yên din wê bike xeteriyê.”
“Di vê çarçoveyê da ji bo ewlekarî û aramîya sînorê bajarê me, ewlehîya civakê, rêgirtin li pêkanîna sûcan, parastina maf û azadîyên din, rêgirtin li pêş bûyerên provakatîf, çalakîyên wekî xwepêşandan, civîn, daxuyanî, vekirina standan, belavokên operasyona hêzên me yên Leşkerî li Surîyeyê rexne bikin û daxwaza bidawîkirina van operasyonan, Walîtîyê li gor xalên 11/A û 11Cya Destura Îdareya Bajarvanî ya bi hijmara 5442ê û xalên 17 û 19ê Destûra Xwepêşandan û Civînan ya bi hijmara 2911ê li saet 00.01ê yekşema 01.03.2020an heta saet 23.59ê sêşema 10.03.2020an, 10 roj qedexekirî ne.” (DB/AY/FD)
* Abdulselam Yildirimî ve nûçe ji tirkî wergerandiye