* Fotograf: Göksel Cüneyt İğde - AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di saetên sibehê de bi roketan êrîş birine ser wesayîteke Midiriyeta Gumrikê ya Gurbulaxê. Êrîş li nêzîkî parqa tiran pêk hatiye ku 3 kîlometre dûrî Deriyê Sînorî yê Gurbulaxê yê û li ser sînorê Îranê ye.
Di dema êrîşê de roket li tekerê wesayîtê ketiye û ketiye nava erdekî vala. Rûhsar Pekcan, Wezîra Bazirganiyê gotiye ku personelekî ewlekariyê miriye.
Piştî êrîşê gelek ambulans, ekîbên îtfaiye, cendirme û ekîbên lêgerînê ji bo herêmê hatine şandin. Kesên ku di êrişê de birîndar bûyî birine Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê.
Operasyon hatiye destpêkirin
Li gor Ajansa Anadolûyê, piştî bûyerê ekîbên cendirmeyan li herêmê operasyon dane destpêkirin û ji ber ewlekarîyê rêya ku diçe derîyê sînorî ji hat û çûnê re hatiye girtin.
Daxuyaniya Walîtiyê
Di daxuyaniya Walîtiyê da jî hatiye destnîşankirin ku serê sibehê dora saet 08.30î karmend ku li Deriyê Sînor Gurbulaxê peywirê dike, ji bo guhertina nobeda sibehê ji Bazîdê bi rê ketiye.
Di daxuyaniyê da hatiye diyarkirin ku bi guleyan li dijî wesayîta bi zirx a personelan êrîş hatiye kirin û di encamê da wesayît ji kontrolê derketîye û wiha hatiye gotin, "Wesayît ji ber ku ji rê derket, qezaya trafîqê çêbû. Di encama qezayê da jî kesên di nava wê de birîndar bûn û herwiha tedawiya karmendan birîndarbûyî li Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê didome." (TP/AY/FD)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye