Fotograf: Ajansa Anadolûyê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku hat gotin wê pêşî li ber çûna penabaran a Ewropayê neyê girtin û Omer Çelîk, Berdevkê AKPyê got “Em ê nikaribin êdî pêşiyê li penaberan bigirin”, ji saetên sibehê û pê de li Stenbol, Îzmîr, Aydin, Edîrne û Çanakkaleyê gelek penaber ber bi sînorên Ewropayê ve ketine rê.
Edîrne
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, penaberên ku xwestine biçin Ewropayê duh bi şev ketine rê û çûne Edîrneyê.
Penaberên ku zarok û jin jî di nava wan de bûn, li gelek deverên bajêr kom bûne û ber bi gundên sînorî ve çûne.
Di saetên sibehê de liv û tevger zêdetir bûye.
Çanakkale
Penaberên ku dixwazin biçin Grava Midilliyê, li Yeşîl Lîman, Babakale û Kadirga Koyu kom bûne. Ev her sê herêm weke derwazeya penaberan e ku diçin Ewropayê. Penaber li vir amadekariya çûnê dikin.
Îzmîr û Aydin
Penaberên ku xwestine biçin gravên Yewnanistanê ji Îzmîrê ber bi peravên Egeyê derketine rê. Koma ku ji 160 kesan pêk hatiye ber bi peravên Dîkiliyê çûne. Di nava wan de zarok û jin jî hebûn.
Li navçeya Çeşmeyê, Karabûrûn û Seferîhîsarê ya Îzmîrê û ya Kûşadasi û Dîkiliyê ya Aydinê jî liv û tevger zêde bûye. (RT/FD)
Fotograf: AA