Fotograf: AA - Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniya Netewî, aşkere kiriye ku li Idlibê di encama êrîşeke hewayî de du leşker mirine, du leşker jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya Wezaretê de hatiye gotin ku “Li gorî zanyariyên ji çendîn çavkaniyan hatiye wergirtin, sîstema moşekên hewayî, balafirşikênek a ZU-23, tangşikênek, tangek, wesayiteke cebilxaneyê, du wesayîtên karî hatine rûxandin. Sê tang hatine bi destxistin û 114 endamên rejîmê hatine bêtesîrkirin.”
Hulusi Akar, Wezîrê Berevaniyê jî daxuyaniyek weşandiye û wêneyê leşkerên ku hatine kuştin belav kiriye. Akarî sersaxî ji malbata Şukru Elibol û Soner Enes Baykuşî xwestiye.
Heta niha 17 leşker mirine
Li Idlibê roja 3yê Sibata 2020an yek jê sivîl, sê karmendên Artêşa Tirkan hatibûn kuştin.
Di 10ê Sibatê de di encama topbarana artêşa Sûriyeyê de pênc leşker miribûn.
Di 20ê Sibatê de Wezareta Berevaniya Netewî diyar kiribû ku di encama êrîşeke hewayî de du leşker mirine. Di heman daxuniyê de hatibû gotin ku nayê zanîn bê kê êrîş pêk aniye. Li gorî vê encamê heta niha li Idlibê 15 leşkerên Artêşa Tirkan mirine. Ev hejmar bi mirina du leşkeran derketiye 17an. (TP/FD)