Fotograf: acileylem.org.tr
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Karsaz Osman Kavalayê ku piştî biryara beraatê û tehliyeyê ya di doza doza Geziyê de, dîsa hatibû binçavkirin derbarê pêvajoya hiqûqî de daxuyaniyek daye. Daxuyaniya Kavalayî bi rêya parêzerên wi ji raya giştî re hatiye aşkerekirin.
Kavalayî di peyama xwe de wiha gotiye: "Ewil biryara Dadgeha Mafên Mirovan pêk neanîn û ez serbest bernedam. Ev bi serê xwe binpêkirina mafan a herî mezin e. 30emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê derbarê min de biryara beraet û berdanê da. Ev biryarek pir erênî û cihê kêfxweşiyê ye. Ez ji doza Geziyê li ser listik û plana bêbingeh û bêesil hatim girtin û darizandin. Ev biryara beraetê bi wate ye. Ez hevî dikim ku wê bandorek erênî çêke. Lê mixabin bi mudaxaleya Serokomariyê ev derfet hat astengkirin û dîsa dubare bêhiqûqî bi pêş ket.
Dubare ez bi sucdariyên li dijî hiqûqê û li dijî aqilan hatim girtin. 2 sal û niv berê hinceta têkiliya min bi Henri Barkeyî re heye nîşan dan û ez girtim. Niha jî îdîa dikin ku ez plankarê darbeya 15'ê Tîrmehê me. Ez evî dikim ku ev bêhiqûqî dê zêde berdewam neke."
Çi bûbû?
Karsaz û mafparêz Osman Kavala piştî ku di dosyaya Geziyê de 18ê Sibatê biryara beraet û tehliyekirina wî hatibû dayîn, di 19ê Sibatê de ji ber dosyeya hewldana derbeya 15ê Tîrmehê hatibû desteserkirin. Kavala di heman rojê de piştî ifadegirtina wî ya li Midûriyeta Dijterorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê qediyabû ew biribûn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Dogerî îfadeya wî wergirtibû û bi daxwaza girtinê ew şandibû ber destê 8em Dadgeriya Silh û Cezakirinê ya Nobedar. Dadgeriyê biryara Kavalayî dabû û ew şandibû girtîgehê.
Dadgeriyê îdia kiribû ku Kavala ji ber têkiliya wî ya Hanrey Barkeyî heye hatiye girtin. Li gorî îdianameyê Barkey di dosyaya hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de tohmetbar e û polîs li wî digerin. Her weha dadgerî îdia kiriye ku “guman heye Kavala bireve” û ji ber wê biryara girtinê ji bo wî daye.
Kavalayî di paraznameya xwe de wiha gotibû:
“Nêzîkî 2 sal 4 meh in ku ez bi awayekî dijhiqûqî girtî me. Duh 30em Dadgeha Cezayê Giran bi biryara xwe pesend kiriye û berê jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi awayekî zelal diyar kiribû ku mafên min hatine binpêkirin. Biryara desteserkirinê ya duh hatiye dayîn û nivîsa şandina ber destê dadgeriyê ya dozgerî dide xuyakirin ku ev binpêkirin berdewam dike. Min berê jî di îfadeya xwe de gotibû, ew hemû îdiayên ku dibêjin min piştgiriya hewldana derbeya 15ê Tîrmehê kiriye, bêbingeh in.”
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê di 19ê Sibatê de axivî bû û gotibu: “Weke tê zanîn dest û lingê Tirkiyeyê yê Sorosî di girtîgehê de bû. Duh hewl dabûn ku bi minawereyekê beraeta wî bidinê.” (HA/FD)