* Wêne: Murat Başol, Tarık Tolunay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şeşem danişîna Doza Geziyê li kampusa Girtîgeha Silivriyê bidawî hatiye. Bi tohmeta ku “xwestine hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji nav bibin” doz li 16 kesan hatibû vekirin.
Dozger Edîp Şahînerî di danişîna beriya niha de nêrîna xwe diyar kiribû û xwestibû di navbera 15 û 20 salan de cezayê girtîgehê li karsazê girtî Osman Kavala, akademisyen Yigit Aksakoglû û Mucella Yapiciyê were birîn.
Dozgerî her weha xwestibû dosyayên heft bersûcên li derveyî Tirkiyeyê ji yên din werin cidakirin û îdia kiribû ku ev û Kavala, Aksakoglû û Yapici di çalakiyan de bi hev re bûne.
Galip Mehmet Perk, Serokê Heyeta Dadgehê îro di destpêka danişînê de behsa pêşketinên dawî yên di dosyayê de kiriye ku ji danişîna beriya niha ya 28ê Kanûna Paşiyê û vir ve rû dane. Dema Osman Kavala anîne salonê beşdarên dadgehê li çepikan dane.
Dozgerî gotiye bila daxwaza ku dadgehkirin bila were dirêjkirin neqî qebûlkirin û nêrîna xwe ya dawî pêşkêş kiriye.
Li ser vê rewşê Turgut Kazan, parêzerê Yigit Aksakoglûyî gotiye, “Dozgerî daxwazên min netîdiye. Dozger ti tiştekî nizane. Bêyî ku bizanibe em çi dixwazin, dibêje bi armanca dirêjkirina danişînê dane, ev jî dide xuyakirin ku ew ne dezgeha îdianameyê ye.”
Piştî axavtina Kazanî, Mehmet Perk, Serokê Heyeta Dadgehê bang li Osman Kavalayî kiriye ku biçe ser kursiyê. Lê parêzeran destwerdana vê kirine û gotine ku ev ne li gorî rê û rêzikan e.
Kaan Karcilioglû, parêzerê Mehmet Alî Alaborayî; Evren Îşler, parêzerê Can Atalay, Tayfun Kahraman û Mucella Yapiciyê; Hurrem Sonmez, parêzera Çigdem Mater Utkuyê û Aynur Tuncel, parêzera İnanç Ekmekçiyî bi dorê axivî ne û gotine ku bila guh bidin miwekîlên wan û şahidên wan. Her weha diyar kirine ku dadgehê biryara xwe ya derbarê delîlên hatine xwestin de biryara xwe nedaye.
Heyeta dadgehê ti daxwaz qebûl nekirine
Piştî vê rewşê, parêzerên bersûcan axivîn û xwestin dadgeh guh bide şahidan. Piştî axavtina parêzeran 15 deqîqe navber dane danişînê. Dema danişînê careke din dest pê kir, heyeta dadgehê diyar kir ku wan daxwazên parêzeran û bersûcan red kiriye. Heyetê ji Osman Kavalayî pirsî ku wê derbarê vê nêrîna dozgerî ya dawiyê de paraznameya xwe pêşkêş bike an na.
Bersûcan jî di dema danişînê de daxwaz kirine ku ji bo bikaribin xwe li hemberî nêrîna dozgerî ya dawiyê biparêzin heyeta dadgehê demê bide wan. Lê dadgehê ve daxwaz jî ret kiriye.
Kesên ku dozê dişopînin ev biryar bi çepikan protesto kirine. Heyeta dadgehê ji salonê derketiye, biryar hatiye dayîn ku beşdarên dadgehê ji salonê bên derxistin.
Her weha xwestiye ku parêzer Ozgur Karaduman jî bê derxistin. Lê parêzer li hemberî vê biryarê derketine û gotine ku ji bo vî tiştî divê biryareke nivîskî hebe. Li ser vê rewşê temaşevan jî nehatine derxistin.
Ji bo hemû bersûcan biryara tehliyeyê hatiye dayîn
Di berdewamiya dadgehkirinê de heyeta dadgehê ji bersûcan pirsî ku ji bo cara dawiyê wê tiştekî bibêjin an na. Piştî axavtinan heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye û biryara tehliyeyê ji bo hemû bersûcan daye.
Davutoglû wê nebe gilîkar
Ahmet Davutoglû, Serokwezîrê berê ku ji AKPyê veqetiyaye û Partiya Dahatûyê (Gelecek Partisi) ava kiriye duh (17ê Sibatê) daxuyaniyek daye û gotiye ku ji bilî dosyayên têkildarê rêxistinên PKK, FETO û DAIŞê û yên weke Pelîkanê wî hemû dozên din bi paş de kişandiye.
Doza Berxwedana Gezîyê16ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê polîsan operasyon li dar xistibû û Porf. Dr. Betul Tanbay û Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli, Wekîlê Serokê Lijneya Rêveberiya Anadolû Kulturê Yîgît Ekmekçî, endamên Lijneya Rêveberiyê Alî Hakan Altay, Koordînatorê Giştî Asena Gunal û produktor Çîgdem Mater û Meltem Aslan, xebatkarên rêxistinên civaka sivîl Yîgît Aksakoglû, Fîlîz Telek, Bora Sari, Yûsûf Civir, Ayşegul Guzel û Hande Ozhabeş hatibûn desteserkirin. Bixwîne - Dozgeran ji bo Osman Kavala û 15 mafparêzan muebeda zehmetkirî xwest 16ê Çiriya Paşiyê piştî îfadegirtina wan Hande Ozhabeş, Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli, Asena Gunal u Bora Sari û Meltem Aslan, 17ê Çiriya Paşiyê jî Prof. Dr. Betul Tanbay, Yîgît Ekmekçî, Hakan Altinay, Yûsûf Civir, Ayşegul Guzel û Çîgdem Mater hatibûn berdan. Yîgît Aksakoglû ku li Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê xebatên civaka sivîl dikir hatibû girtin. Osman Kavala Serokê Lijneya Rêveber ê Anadûlû Kulturê ji 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê û vir ve bêyî ku îdianame ji bo wî bê amadekirin girtî ye. Dozgerî ji îfadeyê bang li Atalay, Kahraman, Yapici, Saymadi, Agabeyoglû kiribû. Di çarçoveya lêpirsîna Geziyê ya ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê dimeşîne, rêveberên Şaxa Buyukketa Stenbolê ya Odeya Mîmaran û ji Piştevaniya Taksîme Mucela Yapici û parêzer Can Atalay, plankarê bajarvaniyê Tayfûn Kahraman, endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Ji nû ve avakirinê ya Sosyalîstan (SYKP) Ahmet Saymadî û Halûk Agabeyoglû, 28 û 30ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê li Miduriyeta Emniyetê ya Stenbolê îfade dabûn. Îdianameyeka 657 rûpelî 20 Sibatê hatibû amadekirin. 30em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê 4ê Adara 2019ê ev îdianame qebûl kiribu. Di îdianameyê de li gel Can Dundar û Mehmet Alî Alabora kesên din ên ku tên tohmet kirin ev in: Endamê Lijneya Rêveber a Anadolu Kultur A. Ş.yê Ali Hakan Altinay, Mîmar Mucella Yapici, lîstikvan Ayşe Pinar Alabora, sînemager û rojnameger Çîgdem Mater Ûtkû, Nûnera Tirkiyeyê ya Weqfa Civaka Vekirî Gokçe Yilmaz, nivîskar Handan Meltem Arikan, Koordînatora Navenda Pêşxistina Civaka Sivîl Hanzade Hîkmet Germiyanoglû, Înanç Ekmekçî, alîkarê derhênerî/ê, sînemager û reklamsaz Mîne Ozerden, parêzer Can Atalay, Serokê Lijneya Rêveberiya Şaxê Stenbolê yê Odeya Plansaziya Bajaran ê TMMOBê û endamê Lijneya Rêveber ê heman saziyê, akademisyen Tayfûn Kahraman, Wekîlê Serokê Lijneya Rêveber ê Anadolu Kultur A. Ş. yê û Endamê Lijneya Rêveber ê Dibistanên Weqfa Terakkiyê Yîgît Alî Ekmekçî. Lijneya Wezîran a 61ê bûye dozdar Di îdianameyê de Lijneya Wezîran a 61ê weke dozdar hatiye nîşandan. Kesên di wê Lijneyê de cih digirtin ev bûn: Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan, alîkarê serokwezîrî Bulent Ariç, Alî Babacan, Beşîr Atalay, Bekîr Bozdag û Emrûllah Îşler, Wezîrê Behrvanî, Ragihandin û Veguhastinê Bînalî Yildirim, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Şahîn, Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş, Wezîrê Zanyarî Pîşeyî û Teknolojiyê Nîhat Ergun, Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Farûk Çelîk, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz, Wezîrê Ciwanan û Sporê Sûat Kiliç, Wezîrê Çandinî, Xida û Ajalvaniyê Mehdî Eker, Wezîrê Bazirganî û Gumrukê Hayatî Yazici, Wezîrê Navxweyî Mûammer Guler, Wezîrê Geşepedanê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Çand û Hunerê Omer Çelîk, Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek, Wezîrê Perwerdeya Milî Nabî Avci, Wezîrê Berevaniya Milî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Daristanan û Avê Veysel Eroglû, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû, Wezîrê Ekonomiyê Zafer Çaglayan û Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn. 746 kesan giliyên 16 kesan kiriyeDi îdianameyê de navê 746 kesan weke kesên giliyê 16 kesan kirine, hatiye nivîsandin. Dîsa tohmetên derbarê 16 kesan de wiha hatiye nivîsandin: "Xwestine Hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji navê bibin û pêşî li wezîfekirina wan girtine, zerar û ziyan dane mal û milkan, bi awayekî xurt zerar û ziyan dane mal û milkan, madeyên bixeter li cem xwe girtine û dane hin kesên din, zerar û ziyan dane perestgehan û goristanan, muxalefeta li dijî yasaya hejmar 6136ê, bi awayekî xurt talankirin, bi awayekî xurt birîndarkirin û muxalefeta li dijî yasaya hejmar 2863yê. (TP/HA/EMK/FD) |
(TP/FD)