Fotoğraf: bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma Jinan a 8ê Adarê li Stenbolê, ji bo 8ê Adarê Roja Jinan wê “Xwenîşandana Jinan” li dar bixe.
Endamên platformê li Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê civîneke çapemeniyê pêk anîn û gotin ku ew ê 8ê Adarê li Kadikoya Stenbolê pêşwazî bikin.
Sevda Erkilinçê daxuyaniya nivîskî ya platformê xwendiye û wiha gotiye: "Li dijî jiyana me, mafên me, keda me û laşê me êrîşên bi rêk û pêk hene ku di vê demê de jin li hemû cîhanê li ser piyan e. Wekî her sal îsal jî di 8ê Adarê de li dijî tundiyê û ji bo jiyaneke bêtundkarî û kedxwarî ji bo wekhevî û azadiyê em ê dakevin qadan.
“Em dest ji şevê, kolanan û qadan bernadin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo têkoşînê xurtir bikin werin 8ê Adarê roja yekşemê beşdarî Hevdîtina Jinan a Kadikoyê bibin.”
20 dezgehên jinan ên Stenbolê platform ava kirine û di heman civînê de diyar kirine ku ew ê 8ê Adarê Meşa Bişev a Feminîstan pêk bînin. (EMK/FD)