Fotograf: The Taos News / Morgan Timms
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Jin di 14ê Sibatê de li tevahiya cîhanê radibe li ser lingan.
Tevgera “One Billion Rising”, “Milyarek Radibe Li Ser Lingan” bang li hemû jinan dike ku sibehê li kolan û qadan bi hev re bimeşin, bireqisin û stranan bistirên.
Li gorî nûçeya Nihal Bayramê, ji Rojnameya Yeni Ozgur Politikayê, tevgerê daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye û wiha gotiye:
“Li tevahiya cîhanê her ji sê jinan jinek bûye qurbaniya tundkariyê, lê dane, bi darê zorê destdirêjî lê kirine, tecawiz lê hatiye kirin an jî rastî liv û tevgereke xirab a cûrbecûr hatiye. Her ji sê jinan jinek, dike milyarek jin. Metirsiyeke gelekî mezin e ku her ji sê jinan jinek tundkariyê dibîne.”
V-Dayê jî piştgirî daye
V-Day, Tevgera jinan jî piştgiriya kampanyayê ya One Billion Risingê kiriye û bang li jinan kiriye ku wê rojê derkevin derve, bireqisin û ji bo tundkariya li ser jinan bidawî bibe, serî hildin.
Li tirkiyeyê jî wê jin dakevin qadan
Li Tirkiyeyê jî li bajarên weke Stenbol, Enqere û Îzmîrê wê ji bo sloganên “Em hezkirina ku dibe sedema kuştinê” naxwazin û dakevin qadan. (EMK/FD)