Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
Piştî ku dozgerî di Doza Geziyê de nêrîna xwe ya esasî anî ziman Piştevaniya Ji bo Taksîmê derbarê pêvajoya dozê de civîneke çapemeniyê li dar xist. Civîn li Stenbolê li avahiya Karakoyê ya Odeya Mîmaran a TMMObê pêk hat.
Yek ji bersûcên dozê Mucella Yapiciyê di civînê de metna hevpar xwend û danişîna ku wê di 18ê Sibatê de li Silivriyê pêk were bibîr xist. Yapici wiha axivî: “Heke ku li sûcdarekî digerin bila di kuştina Berkin Elvan, Ethem Sarisuluk, Abdullah Comert, Ali İsmail Korkmaz, Mehmet Ayvalitaş, Medeni Yildirim, Hasan Ferid Gedik û Ahmet Atakanî de lê bigerin.”
“Hûnê nikaribin rastiyê tune bikin”
Mucella Yapiciyê wiha berdewam kir:
“Em ê ti carî nehêlin hûn navê Berxwedana Geziyê bikin çalakiyeke wisa ku bi sûc, teror, derbe û serhildanan re bê bibîranîn. Em deydarên van giyanên me ne ku di vê dozê de navê wan derbas nabe û em ê Geziyê heta dawiyê biparêzin.”
Yapiciyê gotinên xwe bi peyvên “Me Gezî parast, em ê biparêzin” qedand û kesên li civînê demeke dirêj çepik lê dan.
Piştî daxuyaniyê endamê Lijneya Rêveber a Plangerê Bajarvaniyê Tayfun Kahraman, parêzerê Odeya Mîmaran Can Atalay, endamê Lijneya Koordînasyona Stenbolê yê TMMOBê Cevahîr Efe Akçelik û Serokê 2yem ê Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) Ali Çerkezoglû axivîn. (TP/FD)