Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şêwirmendiya Çapemeniyê û Têkiliyên Bi Gelî re ya Wezareta Berevaniya Netewî daxuyaniyek belav kiriye. Di vê daxuyaniyê de hatiye gotin ku Artêşa Sûriyeyê li Taftanazê, li bakurêê Idlibê êrîş kiriye û di encama vê êrîşê de 5 leşker mirine, 5 leşker jî birîndar in.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku “hedefên hatine tespîtkirin hatine topbaran û bombebaran û bersiva êrîşê hatiye dayîn. Hedef hatine rûxandin.”
Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku 5 leşker jî birîndar bûne.
8 kes miribûn
Li Idlibê di 3yê Sibatê de jî li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Netewî leşkerên Sûriyeyê gule bera dabûn û yek jê sivîl, heft leşker, li ser hev heşt kes miribûn. (TP/FD)