Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Edîp Şahîner, dozgerê doza berxwedana parka geziyê nêrîna xwe ya derbarê dozê de pêşkêşî dadgehê kiriye. Doz li 16 mafparêzan hatibû vekirin.
Yakup Ali Kahveci, Dozgerê Komarî yê Stenbolê di 20ê Sibata 2019ê de nivîsandina îdianameyê temam kiribû û 30em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ev îdianame di 4ê Adara 2019ê de qebûl kiribû.
Bixwîne - Dozgerî xwestiye Kavala, Aksakoglû û Yapici bi cezayê muebeta girankirî werin cezakirin
Heta niha di nava salekê de pênc danişîn pêk hatine û wê ji niha pê de bersûc û parêzerên wan li dijî nêrîna dozgerî xwe biparêzin. Danişina şeşem wê di 18ê Sibatê de pêk were. Beriya wê dozger Şahînerî nêrîna xwe pêşkêş kiribû. Me lêkolîn li ser wî tiştî kir ku bê li gorî nêrîna dozgerî kî bi çi tê tohmetkirin:
Di dozê de kî bersûc in?
Osman Kavala (Mafparêz - Karmend) - Yigit Aksakoglu (Nûnerê Weqfa Bernard Van Leerî) - Mucella Yapici (Mimar) - Ayşe Pinar Alabora (Lîstikvan) - Can Dundar (Rojnameger) – Çigdem Mater Utku (Sinemager) - Gokçe Yilmaz (Nûnerê Tirkiyeyê yê Weqfa Civaka Vekirî) - Handan Meltem Arikan (Nivîskar) - Hanzade Hikmet Germiyanoglu (Koordînatorê Navenda Pêşxistina Civaka Sivîl) - İnanç Ekmekçi (Nûnerê Saziya Civaka Sivîl û Akademîsyen) - Ali Hakan Altinay (Endamê Lijneya Rêveber ê Anadolu Kültür A.Şyê) - Memet Ali Alabora (Lîstikvan) - Mine Ozerden (Sînemager, Alîkarê derhêner û Reklamger) - Can Atalay (Parêzer) - Tayfun Kahraman (Li şaxê Stenbolê yê Odeya Plansazên Bajarvaniyê yê TMMOBê Serokê berê yê Lijneya Rêveber û endamê Lijneya Rêveber akademîsyen) - Yigit Ali Ekmekçi (Wekîlê Serokê Lijneya Rêveber ê Anadolu Kültür A.Şyê ve Endamê Lijneya Rêveber ê Dibistanên Weqfa Terakkiyê)
Nêrîna dozgerî çi ye?
Dozgerî di nêrîna xwe de bersûc bi rêvebirina Berxwedana Parka Geziyê tohmet kiriye. Çalakî weke encama “senoryeke plankirî” bi nav kiriye. Her weha gotiye ku bersûcan ev çalakî kirine armanc li dijî hikûmetê.
Dozger Edîp Şahîner çalakiyên protestoyî weke “hewldana derbeyê” nîşan daye û diyar kiriye ku armanca esasî ya çalakiyan Tirkiyeyê bixin nav kaos û aloziyê.
Her weha di navbera Berxwedana Geziyê û Weqfa Civaka Vekirî ya George Sorosî têkiliyekê peyda dike û dibêje Osman Kavala endamê Weqfa Civaka Vekirî ye, enstîtuyê li gelek weladan raperîn daye destpêkirin û ji ber vê jî Kavala weke “organîzator û fînansorê” Berxwedana Parka Geziyê nîşan daye.
Dozgerî bersûc bi van tiştan tohmet kiriye:
“Xwestine Hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji navê bibin û pêşî li wezîfekirina wan bigirin, zerar û ziyan dane mal û milkan, bi awayekî xurt zerar û ziyan dane mal û milkan, madeyên bixeter li cem xwe girtine û dane hin kesên din, zerar û ziyan dane perestgehan û goristanan, muxalefeta li dijî yasaya hejmar 6136ê, bi awayekî xurt talankirin, bi awayekî xurt birîndarkirin û muxalefeta li dijî yasaya hejmar 2863yê.
Dozgerî xwestiye Kavala neyê berdan ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 10ê Çiriya Pêşiyê de biryar dabû ku Kavala demildest divê serbest bimîne. Dozgerî xwest Kavalayê ku 828 roj in girtî ye, Yigit Aksakoglûyê ku 221 rojan girtî ma û paşê hate tehliyekirin û bersûc Mucella Yapicî bi cezayê muebeda girankirî werin cezakirin.
Ji bo mafparêzên din jî cezayê girtîgehê xwestiye
Dozgerî xwestiye Çîgdem Mater Utku, Ali Hakan Altinay, Mine Ozerden, Şerafettin Can Atalay, Tayfun Kahraman, Yigit Ali Ekmekçi ji 15 salan heta 20 salan werin cezakirin. Dozgerî di nêrîna xwe de diyar kiriye ku kesên navborî “xwestine bi tundkariyê hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji holê rakin, li pêşiya karkirina wê bûne asteng.”
Xwestiye ku dosyayên bersûcên li derveyî Tirkiyeyê veqete
Dozgerî her weha destnîşan kiriye ku bila dosyayên Ayşe Pinar Alabora, Can Dundar, Gokçe Yilmaz, Handan Meltem Arikan, Hanzade Hikmet Germiyanoglu, Mehmet Ali Alabora û İnanç Ekmekçiyî werin veqetandin. Her weha îdia kiriye ku van û Kavala, Aksakoglû û Yapiciyê heman sûc kirine. (HA/FD)