Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniyê ya Netewî aşkere kiriye ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê li baregeheke leşkerî di dema kontrolkirina cebilxaneyê de narincokek teqiyaye. Di encamê de leşkerê bipeyman Ozgur Çelîk miriye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku Çelîk di encama teqîna narincokê de birîndar bûye. Wî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê lê li vir miriye. (TP/FD)