*Fotograf: pixabay.com
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komisyona Yekîtiya Ewropayê aşkere kiriye ku bihayên Vîzeyên Schengenê hatine zêdekirin. Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) û Parlamentoya Ewropayê (PA) par biryara guhertina bihayên vizeyan dabûn.
Li gorî vê biryarê bihayên Vîzeya Scengenê hatiye zêdekirin. Vîzeya Schengenê ji bo welatiyên 105 welatan mecbûrî bû. Ajansa Anadolûyê di nûçeya xwe de destnîşan kiriye ku bihayê vîzeyên weletên Yekîtiya Ewropayê wê bi vî awayî be:
* Bihayê vîzeyê ji 60 Euroyî derketiye 80 Euroyî.
* Bihayê vîzeyê yê ji bo zarokên temenê wan di navbera 6-12yan de ji 35 Euroyî derketiye 40 Euroyî.
Herêma Schengenê ji Almanya, Awistirya, Belçîka, Çekya, Danîmarka, Estonya, Fînlandiye, Fransa, Yewnanistan, Macaristan, Italya, Letonya, Lîtvanya, Luksembûrg, Malta, Hollanda, Polonya, Portekîz, Slovakya, Slovenya, Ispanya, Swêd, Izlanda, Lîhtenştayn, Norwêc û Swêdê pêk hatiye. Welatiyên zêdetirî 60 welatan dikarin bêyî vîzeyê biçin serdana van 26 welatan bikin. Lê ji bo welatiyên zêdetirî 100 welatan vîze pêwîst e. (SO/FD)